Dîplomatê Misrî: Ramanên Abdullah Ocalan bi zilmê nayê tinekirin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misrê Şerîf Şahîn got, dewleta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê nikare li pêşiya belavbûna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe asteng.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misirê Şerîf Şahîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û geşedanên li Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand.

Şerîf Şahîn, anî ziman ku dewleta Tirk ji bo moralê gelê Kurd bixîne û rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de bêbandor nîşan bide, polîtîkayên xwe yên tecrîdê kûrtir kiriye. Şahîn, destnîşan kir ku li gel zext û tecrîdê jî fikrên Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûne.

Şahîn, bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên piştgiriyê dide Filistînê û destnîşan kir ku, ev nêzîkatiya Erdogan bi nakoke ji ber ku ji bo tepisandina têkoşîna gelê kurd polîtîkayên tundiyê dimeşîne. Dîplomatê Misrî, daxuyand ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê pirsgirêkên bi hev ve girêdayî ne û destnîşan kir ku herêm bi êrîşên pêla siyonîst re rû bi rû ye û projeyên bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi vî rengî tên tepisandin.

JI BO MORALÊ XERA BIKIN DI TECRÎDÊ DE ISRAR DIKIN

Şerîf Şahîn diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî ti qanîni ye û got, “Dewleta Tirk di serî de ji bo qelskirina moralê gelê Kurd û Abdullah Ocalan, ji bo rola wî ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de û statuya wî ya di nava PKK’ê de qels bike, zextên psîkolojîk pêk tîne. Ev yek ne exlaqî û qanûnî ye. Ev tedbîrên derqanûnî û dijberî qanûnê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve tên girtin. Ji xeynî rejîmên zordar tu kes van tedbîran pêk nayîne. Ji bo moralê rêberên dîrokî xera bikin û têkiliya wî bi gel re qels bikin, rêbazên wiha pêk tînin. Wek pêşketina her dozê, pêşxistina doza gelê Kurd jî wiha ye: Têkoşîna çekdarî, bi têkoşîna siyasî bidestxistina mafên rewa.”

HUCREYÊN YEK KESÎ NE EXLAQÎ YE

Şahîn, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê di warê mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî de di qonaxeke ku nayê qebûlkirin de ye û got, “Eger her rejîmeke siyasî van pêkanînan pêş bixe, wê bi awayekî xwezayî mafên mirovan û hiqûqê wê jî ji holê rabe. Tişta ku di derbarê Abdullah Ocalan de hat jiyîn, di rastiyê de mafê herî bingehîn ê hemû girtiyan e. Mebesta min ji vê yekê ew e ku mafê wî heye ku bi civaka derve re têkiliyê deyne. Mafê wî heye ku agahî ji derve bigire, daxuyanî bide û xwe îfade bike. Divê mafên xwe yên tenduristî bikar bîne. Divê hucreyên yekkesî tune be, kesên ku bi wan re biaxivin hebin û ji çalakiyên civakî sûd werbigirin ji ber ku girtina wan di hucreyên yek kesî de ne exlaqiye. Ev yek dibe sedema zirara psîkolojîk. Zerar dayîna derûniya girtiyan û binpêkirina mafên wan li dijî qanûnê ye.”

DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊ KURD QADÊN MANEVRAYÊ DIBÎNE

Şerîf Şahîn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, “Tirkiye li herêmê xwedî roleke aktîf e. Di vê rola xwe de, bi peymanên ku bi dewletên Ereban re çêdike, li dijî Kurdan cihê xwe berfireh dike û qadên manevrayan dibîne. Bi vî awayî weke gelên din ên herêmê daxwaza maf û jiyanê ya gelê Kurd di bin zextê de ye.”

HER ÊRÎŞA LI DIJÎ DOZA KURDAN ZERARÊ DIDE DOZA FÎLÎSTÎNÊ JÎ

Şerîf Şahîn diyar kir ku pirsgirêka Kurd û Filistînê bi hev ve girêdayî ne û wiha dewam kir: “Bi rastî her êrîşa ku zerarê dide doza Kurd di esasê de zirarê dide doza Filistînê jî. Ji ber ku ev herdu mijar bi hev ve girêdayî ne û yek ji kevintirîn pirsgirêkên herêmê ne. Gihîştina hevkêşeya çareseriya etnîkî û çandî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, wê yekitiya netewên li herêmê misoger bike û şiyana herêmê ya li hember gefên ku rû bi rû ne, berxwe bide. Di dirêjahiya dîrokê de Kurdan li hember gefên xaçparêzan ku li herêmê bi cih bûne helwesteke tund nîşan dane. Desteka wan yên ji bo alema Îslamê, bi taybetî jî di rizgarkirina Qudsê de mezin in."

TI RAMAN BI ZILMÊ NAYÊ ÇEWISANDIN

Şerîf Şahîn anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide pêşî li ramanên ku li Îmraliyê bi pêş dikeve û bandora wê ya li ser gel bigire û got, “Ev yek pêk nayê. Ji ber ku fikir û ramanên Abdullah Ocalan nivîsîne. Di pirtûkekê de hat berhevkirin, hat belavkirin û niha li cîhanê belav bûye. Ev raman û felsefe ji aliyê gelên herêmê ve hat qebûlkirin û gelê kurd jî bi van ramanan bawer bû. Divê Tirkiye di vê mijarê de çareseriyek bibîne û bi vê mijarê re mijûl bibe. Ji ber ku em dibînin ku di van demên dawî de şerên pozîsyonî tê jiyîn. Enqere piştgiriya Filistîniyan dike lê pirsgirêka kurd jî paşguh dike. Ev nakokî tenê bi danîna pîvanên dualî çareser dibe. Heta niha ti raman bi zilmê nehatiye tinekirin. Fikr bi zextan ji holê ranabin, berovajî vê yekê li seranserê cîhanê belav dibin."