Hevdîtina bi parêzeran re careke din li Rêberê Gelê Kurd hate qedexekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re careke din lê hate qedexekirin. Naveroka biryarê bi hinceta 'ewlekariyê' ji parêzeran re nehate ragihandin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6'ê Mijdara 2023'an de ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin bi daxwaza hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Lê belê piştî vê serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31'ê Cotmeha 2023'an de ji bo 6 mehan careke din hevdîtina bi parêzeran re li muwekîlê wan hatiye qedexekirin.

Parêzeran xwestin ku naveroka biryara qedexeyê hîn bibin û mînaka dosyayê xwestin. Lê dadgeriyê bi hinceta 'ewlehiyê' ev daxwaz red kir. Parêzeran, li dijî biryar qedexeyê li dadgeha jor îtîraz kirin. Lê ev îtîraz jî hate redkirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.

Di 26’ê Nîsana 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birîn.