ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyê 68 salî di beşa lezgîn de kelepçe kirin
Yûsûf Arslan ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê girtî ye û xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî, di beşa lezgîn de bi awayekî kelepçekirî tê ragirin. -
Hestiyên şehîda YPS’ê piştî 7 salan radestî malbatê hate kirin
Hestiyên Bahar Goktekîn ku li Nisêbînê hat qetilkirin, piştî 7 salan radestî malbata wê hate kirin. -
‘Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî polîtîkayên dagirkerî û şer da û ji Wezîre Karên Derve Hakan Fîdan re got ku navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. -
Parêzvanên maf ji bo pêkanîna ‘Peymana Mafê Zarokan’ bang kirin
Parêzvanên mafên mirovan, bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan û bal kişandin ser binpêkirina mafên zarokan ên li bajarên Tirkiye û Kurdistanê. -
Zarokên Kurd ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê Tirkiye û Kurdistan kir welatekî welê ku dayik û bav zarokên xwe yên ji ber terora dewletê hatin kuştin veşêrin. -
Bakirhan: Mafdarî têrê nake, divê bi milyonan mirov bêne birêxistinkirin
Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakirhan got, "Eger hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin." Bakirhan got, "Mafdarî têrê nake, divê bi milyonan mirov bêne birêxistinkirin." -
Ji Meclisê re ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdan
Parlamenterên HEDEP'ê ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar Abdulalîm Kaya serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da. -
ÎHD: Bûyerên li Îmraliyê diqewimin êşkence ye, divê tecrîd tavilê bê rakirin
ÎHD'ê li ser Meşa Azadiyê ya li Gemlîkê daxuyanî da û diyar kir ku kiryarên li Îmraliyê êşkence ye û divê tecrîd tavilê bê rakirin. -
Meclîsa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir
Meclîsa Jinan a HEDEP'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî di çerçoveya kampanya xwe de li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê starta xwe da. -
HBDH: Şikestina tecrîdê divê bibe rojeva her kesî
HBDH’ê diyar kir, ku Meşa Gemlîkê ji bo şikandina tecrîda ku ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye, girîng e û got, "Rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bibe rojeva her kesî." -
Girtiyê nexweş Tanboga ku rewşa wî giran e rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ê ku rewşa wî ya nebaş bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber baran û bahozê 2 kes mirin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber barana zêde û bahozê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Jin pêşengê Jiyanê ne' derket
Hejmara 205’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî tacîz, tecawiz, tundî û qirkirinê; Jin pêşengên jiyanê ne” derket. Rojnameyê bi minasebeta 25’ê Mijdarê têkoşîna jinan derxist pêş. -
ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Meşa Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe, wê têkoşîn bidome
Meşvanên Azadiyê yên ku gihiştin Gemlîkê, destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, wê têkoşîn bidome. -
Girtiyê ku hatî berdan: Me berdêleke mezin da û hêj didin
Yûsûf Aydin ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Alîaga Şakranê hat berdan, wiha got: “Me berdêleke mezin da û hêj didin.” -
Meşvanên Azadiyê gihîştin Gemlîkê: Em azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi hev re misoger bikin
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari li pêşiya Gemlîkê daxuyanî da û got, "Werin em bi hev re tecrîda li Îmraliyê rakin. Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bi hev re misoger bikin." -
Meşa Azadiyê: Gel li pêşiya Gemlîkê disekine
Beşdarên 'Meşa Azadiyê' ku li pêşiya navçeya Gemlîkê hatin sekinandin, gobendê digerînin û li benda derbasbûna nava navçeyê ye. -
Li Marsîlyayê jinên Kurd panela 25’ê Mijdarê lidar xist
Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a li Marsîlyayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk panelek lidar xist. -
Meşa Azadiyê: Gel ji gelek navçeyên Stenbolê bi rê ket
Gelek kes ji navçeyên Stenbolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve ketin rê. -
Meşa Azadiyê: Gel digihêje hev û diçe Gemlîkê
'Meşa Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve destpê kir, dewam dike. Di çarçoveya meşê de ji Îzmîr û Eskîşehîrê girseyên gel bi rê ketin. -
Baskê Enqereyê yê ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ket
Baskê Enqereyê yê Meşa Azadiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ket. -
'Li Stenbolê em ê bibin dengê Kurdan û hemû gelan'
Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê ku çend roj berê kongreya xwe ya awarte ya duyemîn lidar xist, li gorî rexneyên gel dest bi amadekariya hilbijartinên xwecihî kir. -
Krîz ji bo rejîma Erdogan tê wateya firsendê
Cengîz Çîçek destnîşan kir ku di nava krîz-firsendê de Erdogan hewl dide bi gaveke din nêzî armancên xwe yên siyasî bibe û nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû jî di vê çarçoveyê de nirxand.