Meşa Azadiyê: Gel ji gelek navçeyên Stenbolê bi rê ket

Gelek kes ji navçeyên Stenbolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve ketin rê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 32 meh in agahî jê nayê wergirtin û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ‘Meşa Azadiyê’ ku ber bi Gemlîkê ve hate destpêkirin dewam dike.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Buroya Hiqûqê ya Sedalê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) meş tê lidarxistin.

GUH NEDAN ŞERT Û MERCÊN HEWAYÊ

Li Stenbolê baran dibare û bahoz heye, lê tevî vê yekê mirovên ji deverên cuda hatin li Bagcilarê kom bûn. Girseya gel bi coşeke mezin ber bi qada kombûnê ve meşiya. Di dema meşê de li çepikan xistin û stran gotin. Gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Mirovên ku têkildarî meşê hestên xwe vegotin anîn ziman ku ew bi biryar in ku xwe bigihînin Gemlîkê.

Girseya gel serê sibehê ji navçeyên Sîlîvrî, Avcilar û Beylîkduzuyê bi wesayîtan hatin cihê kombûnê. Mirovan nîşaneyên serketinê kirin û xwedî coşeke mezin bûn. 

Ji navçeya Esenyurtê jî gelek kes li avahiya HEDEP’ê hatin gel hev. Girseya gel ji navçeya Esenyurtê li 5 herêmên cuda bi rê ket. Li vir jî bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Çalakgerên li navçeya Bayrampaşayê hatin gel hev, diyar kirin ku armanca wan a esasî, azadiya fîzîkî ya Ocalan e. 

Li navçeya Arnavûtkoyê jî gelek kes bi rê ketin. Li vir jî mirovan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan.