HBDH: Şikestina tecrîdê divê bibe rojeva her kesî

HBDH’ê diyar kir, ku Meşa Gemlîkê ji bo şikandina tecrîda ku ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye, girîng e û got, "Rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bibe rojeva her kesî."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li Îmraliyê sîstema tecrîd û îmhayê roj bi roj giran dibe. Komîteya Rêveber a HBDH’ê bal kişand ser girîngiya Meşa Gemlîkê.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li girtîgeha Îmraliyê sîstema tecrîd û îmhayê roj bi roj giran dibe. Sîstema tecrîd û îmhayê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên şoreşger mezin dibe. Ev 2 sal û 7 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Zêdeyî 4 sal in nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mafê hevdîtinê yê bi malbatê re herî dawî beriya 4 sal û 8 mehan pêk hat. Qaşo Qilifê qanûnî yê van pêkanînan, ‘biryara cezayê dîsîplînê’ bû. Sedemên van biryaran ji ber ‘ewlehiyê’ ti caran nedan parêzeran. Di tevahiya vî wextî de desthilatdariya faşîst û dewletê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd, şoreşger, girtî, gerîla û hemû kesên bindest zêde kir. Li gel van êrîşan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêş ve diçe. Lewma Meşa Gemlîkê li hemberî tecrîdan, êrîşan, dagirkeriyan û girtîgehên bi Tîpa S ku di dema nû de hatine pêşxistin, bû hêzeke girîng.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe êrîşî her rewşeke rêxistinî dike. Meş, çalakî û grev bi hemû derfetên dewletê tên qedexekirin. Tecrîd, qirkirin, dagirkerî, îmha û mêtingerî polîtîkaya sereke ya faşîzmê ye. Şert û mercên vê ya herî giran jî li Girtîgeha Îmraliyê tê pêkanîn. Derbarê tenduristî, şert û mercên jiyanê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahî tune ye. Hewl tê dayîn ku her pratîka ji bo azadiya wî tê kirin, tune were hesibandin. Lê sekna bi biryar a gelan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her çar aliyan xwe nîşa dide. Lewma meşa ku li Gemlîkê pêk hatî, ji bo belavkirina ewrên reş ên li ser gelan kêliyeke girîng e. Divê her kes vê meşê bidomîne û belavî hemû civakê bike. Lewma ji bo parçekirina tecrîdê divê em li dijî faşîzmê xwe rêxistin bikin û têkoşîna yekbûyî geş bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tecrîd bi zanebûn û çalakiya xwe parçe kiriye, ew tenê aniye rewşa girtîbûneke fîzîkî. Niha li ser zimanê gelan êdî fikrê azadiya fîzîkî ya wî hîn zêdetir di rojevê de ye. Azadiya wî azadiya Tirk, Kurd û hemû gelan e. Ji ber ku têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî mêtingeriyê ye, têkoşîna ji bo azadiyê ye. Sîstema tecrîd û îmhayê ku li ti dera cîhanê mîna wê nehatiye dîtin, encex wê bi têkoşîna yekbûyî ya gelan û rêxistinan bişkê. Ev rojeveke taybet e ku divê her kes xwedî lê derkeve û mezin bike.

Meşa Gemlîkê tenê wekî meşek nayê nirxandin. Di nava vê de tundiya dewletê, zext, binçavkirin û astengî jî heye. Ev meş tevî hemû zextan jî îfadeya çarenûsa hevpar a gelan a li dijî faşîzmê ye. Hebûna bi hezaran kesî ya li Gemlîkê û hebûna parlamenterên gel li qadê bû vîna bi mîlyonan kesî. Her dirûşmeya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat berzkirin, her barîkatek hate hilweşandin azadiya gelan nêzîktir dikir. Pratîkên wiha moralê gerîla, milîs û hemû şervanên şoreşger jî bilind dike.

Her ku polîtîkayên tecrîdê kûr dibin, faşîzma AKP-MHP'ê girtîgehên Tîpa S zêde dike. Di girtîgehên Tîpa F’ê de çi nekarîn pêk bînin dixwazin li wir bi encam bikin. Mîna ku li dijî hemû civakê pêk tînin, dixwazin zindan û girtiyan jî ji hev qut bikin. Ji bo ku nezanibin kîjan girtî li dîwarê kêlekê ye, hewl didin civak- zindanek perçebûyê, bêrêxistinkirî biafirînin û ji bo vê her tiştê ji dest wan tê pêk tînin. Dixwazin li hemberî pêkanînên keyfî û binpêkirina hiqûqê, civatek şoreşgeran a belavbûyî bibînin. Ji ber vê yekê zindan neynika civakê ne. Êrîşên li ser civakê pêşî li girtîgehan tên kirin.

Asta rêxistinbûyîna civakî ya li Tirkiye û Kurdistanê li girtîgehan di asta bilind de ye. Digel ku zindan dikarin li welat rojeveyekê biafirînin, dikarin rojevên civakî yên heyî jî kûrtir bikin. Ji bo vê jî pêwîste berxwedana zindanan were hembêzkirin, hesabê şoreşgerên hatine qetilkirin bê pirsîn û asta rêxistinbûyîna ku hatiye bidestxistin her tim bilind bê hiştin. Li dijî tecrîd û qetlîamên faşîzmê divê di her şert û mercî de em xwedî li berxwedana zindanan derkevin. Ji ber ku desthilatdariya faşîst heta ku nikaribe şoreşgerên li zindanên di bin kontrola xwe de kontrol bike, nikare bigihêje armanca xwe. Li aliyê din jî hewl dide kolanan bigre bin kontrola xwe. Bi derxistina kujeran, dijminên gel û kontra ji girtîgehan, êrîşên xwe yên li ser herêmên me zêde dike. Dixwazin hêzên yekbûyî yên şoreşger û hêzên azadiyê yên gel li kolanan bêbandor bikin. Di dema meşa li Gemlîkê û binçavkirina kesên ji bo xwe bigihînin Gemlîkê de, hêzên kontra tên birêxistinkirin. Lê hewldana wan vala ye, gel gihişt Gemlîkê. Yên bi serketin em bûn.

Gelê Tirkiye û Kurdistanê ber bi serdemeke nû ve diçe. Têkoşîna li dijî faşîzmê bi awayekî rêxistinkirî mezin dibe. Têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê di rojeva her kesî de be. Jiyanek bê rojev, têkoşînek rast bi xwe re nayîne. Têkoşîna ku ji aliyê gerîla, milîsan û tevahî gel ve li her qadê tê meşandin divê di zûtirîn demê de bigihêje armanca xwe. Ji ber vê yekê Meşa Gemlîkê ji bo şikandina tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir û li hemû zindanan belav bû, gaveke girîng e. Divê ev meş veguhere îradeyeke mezin û li her qadê bikeve rojevê.

Ji niha û pê ve her êrîşeke li dijî zindanan wê bi çalakiyên gerîla û milîsên ku bi vê hişmendiyê tevdigerin bê bersivandin. Hêza hesabpirsînê dê hê bêtir xurt bibe. Dengê şoreşgerên ku di zindanên faşîzmê de tên ragirtin û serî natewînin wê hucreyan ji hev bixînin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê rakirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin. Ji bo van hemûyan Meşa Gemlikê bendek girîng e.

Bi vê meşê re daxwazên hemû civakê dibin yek. Şoreşa yekbûyî ye ku wê van daxwazan bi rêxistin bike, hesab ji wan bixwaze û ber bi serketinê ve bimeşe. Niha roj roja mezinkirina van daxwazan e."