ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît got, "Şert e ku jin ji sîstemê qut bibe û xwe bi rengekî cuda bi rêxistin bike. Jin çiqasî xwe xweser bike, ewqasî xwe, zayenda xwe nas dike, dibe xwedî îrade."

- Ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Efrîn diyar kir ku her jineke li nava şoreşê divê xwe ji şoreşê berpirsyar bibîne û got, "Wezîfeya her jinê ye ku Şoreşa Rojava biparêze."

- Nivîskara Yewnan Despo Pîlavakî got, "Divê em ji her demê bêhtir berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku heta Abdullah Ocalan azad nebe ti ji me azad nabe."