Girtiyê ku hatî berdan: Me berdêleke mezin da û hêj didin

Yûsûf Aydin ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Alîaga Şakranê hat berdan, wiha got: “Me berdêleke mezin da û hêj didin.”

Yûsûf Aydin ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Alîaga Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Aydin, di sala 1993’an de li navçeya Bayrakli ya îzmîrê hatibû binçavkirin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Aydin ku di 32 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di van 30 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Buca, Aydin, Bolu û Buca Kiriklarê ma. Aydin, herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şakranê hatibû kirin û li vir tehliye bû.

Aydin, ji hêla endamên malbata xwe û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî Aydin derbasî mala xwe ya li Taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê bû. Aydin, li taxê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Ji bo Aydin, kevokên ku aştiyê sembol dikin hatin firandin.

Di dema pêşwazîkirinê de Aydin kêliyên hestiyar jiyan û got: “Me berdêleke mezin da û hêj didin. Ji ber tehliyebûna xwe bikelecan im. Lê belê ji ber hevalên xwe yên li pey min man jî xemgînim. Bi salan em bi hev re têkoşiyan. Lewma xemgînim. Zehmete ku ez bikarim hestên xwe vebêjim. Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne.”