Ji bo 'Meşa Azadiyê' ya 19'ê Mijdarê bang hate kirin
Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin. Nûneran ji bo Meşa Gemlîkê ya 19'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kirin.
Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin. Nûneran ji bo Meşa Gemlîkê ya 19'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kirin.
Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya AnatoliyayÊ (ANYAKAY-DER), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Alimên Olî, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) têkildarî “Meşa Azadiyê” ya ku dê di 19’ê mijdarê de ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin li avahiya HEDEP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn.
Hevseroka MA-TUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr daxuyaniya hevpar xwend û got, "Polîtîkaya înkarê ya li ser gelê Kurd, bi taybetî li dijî mafên bingehîn, çandî, ziman û qadên jiyanê yên Kurdan hate meşandin. Di 100 salên derbasbûyî yên komarê de pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk nehate çareserkirin. Di sedsala duyemîn de jî israr li ser polîtîkayên şer dewam dike."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku israra desthilatdariya AKP-MHP'ê ya di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, pêwendiya xwe yekser bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.
Demîr diyar kir ku tecrîd encameke 'hiqûqa dijminatiyê' ya li dijî gelê Kurd û destketiyên wan e û got, "25 sal in bi rengekî girankirî tecrîd li ser Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin. Tecrîd di heman demê de tecrîda li ser gelan e ku ji bo azadiyê li ber xwe didin. Li gel vê yekê ya ku tê xwestin bê tecrîdkirin çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd e, mafê aştiyê yê gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê şikandina tecrîdê, divê rojeva bingehîn a hêzên civakî be. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e, pirsgirêkeke hevpar a hêzên azadî û demokrasiyê ye. Ji ber ku tecrîd di heman demê li ser biryardariya me ya jiyana bi hev re tê ferzkirin."
Demîr destnîşan kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê berpirsyariya wan a sereke bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye.
Demîr ragihand ku şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan rojeva wan a bingehîn e û anî ziman ku meşa 19'ê Mijdarê ya ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve wê di vê çarçoveyê de were kirin.
Di dawiya daxuyaniYê de hate gotin, "Li dijî hewldanên ku dixwaze bêhnê li civakê biçikîne, hêza bingehîn a ku tecrîdê bişikînin em in. Ji bo çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd em daxwaza azadiya Birêz Ocalan dikin. Ji ber vê yekê em ê di 19'ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, gavê ber bi azadiyê ve biavêjin."