Gora Ûgûr Kaymaz hate xerakirin

Gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate xerakirin, ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Ûgûr Kaymaz ku hîn 12 salî bû tevî bavê xwe bi 13 fîşekan bi hovane hatibû qetilkirin.

Çend roj beriya salvegera 19'an a qetilkirina Ûgûr û bavê wî, kesên nenas êrîş birin ser gorên wan.

Gora herdu kesan li goristana Taxa Pîreketan li kêleka hev in.

Di encama êrîşê de kêlên herdu goran hatin şikandin. Xelkê navçeyê piştî ku kêlê goran sererast kir, agahî da malbata Ûgûr Kaymaz.

EDALET NÎNE, ÊRÎŞÎ GORÊ JÎ DIKIN

Dayik Makbûle Kaymaz êrîş şermezar kir û diyar kir ku êrîşa di salvegera qetilkirina hevser û kurê wê de hate kirin, rasthatin nîne.

Makbûle Kaymaz got, "19 sal in li edaletê digerim, lê min nedît. Niha jî êrîşî gorê dikin. Mirovên me piştî ku bi êrîşê hesiyan bêyî ku agahiyê bidin me gor sererast kirin. Piştre agahî dan me. Çawa ku xwedî li Ûgûr û bavê wî derket, li gora wan jî derketin. Nahêlin ku Kurd li gora xwe jî rehet bin. Lê belê çi dibe bila bibe em ê hesab ji kiryaran bipirsin."