HEDEP: Em ê hesabê karkerê koçber Nortan bipirsin
HEDEP'ê got, "Karkerê koçber ê Efgan Vezîr Mohammed Nortan li ser daxwaza patronan hate kuştin û cenazeyê wî li qadeke daristanî hate şewitandin. Em ê hesabê Nortan bipirsin."
HEDEP'ê got, "Karkerê koçber ê Efgan Vezîr Mohammed Nortan li ser daxwaza patronan hate kuştin û cenazeyê wî li qadeke daristanî hate şewitandin. Em ê hesabê Nortan bipirsin."
Komîsyona Kedê, Komîsyona Ekolojiyê û Komîsyona Koçber û Penaberan a HEDEP'ê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Têkildarî bûyereke hovane ya li kaneke madenê ya qaçax a li Zongûldakê agahî li nava raya giştî hatin parvekirin. Li gorî agahiyên ku hatin hînbûn, li herêma Kiratê ya Zongûldakê li kaneke qaçax a beriya mehekê dest bi kar kir, karkerekî koçber ê Efgan ku ji ser hişê xwe çû Vezîr Mohammed Nortan li ser daxwaza patronan bi lêdanê hate kuştin û ji bo kana qaçax eşkere nebe cenazeyê wî li qadeke daristanî hate şewitandin."
'PATRONÊ MADENÊ SEROKÊ MHP'YÎ YE'
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji du patronên kana qaçax Hakan Kornoş e ku di heman demê de Serokê Bajarokê Gelîkê yê MHP'yî ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo ev lêpirsîna kuştinê bi xurtî bê meşandin, di serî de xwediyên madena qaçax hemû berpirsyar bêne cezakirin, patronên madena qaçax ji ber sûcên xwe ji hev cuda bêne cezakirin, em ê şopdarên pêvajoya lêpirsînê bin. Ji bo bersûc bêceza neyên hiştin em ê têbikoşin. Em ê tevî hemû rêxistinên ked û pîşeyî, ekolojîst û koçber-penaberan ên vê têkoşînê dimeşînin, hesab bipirsin. Di vê demê de em ê piştgiriyê bidin malbata Vezîr Mohammed Nortan û dostên wî."