Kedkar daketin qadan: Em budçeya gel dixwazin

Bi pêşengiya KESK’ê kedkar li dijî krîza aborî ya ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatî afirandin, li gelek qadan daketin kolanan.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî hevdîtinên Komîsyona Plan û Bûdçeyê ku li Meclisê didomin, li gelek bajaran daxuyanî da. Di çalakiyan de kedkaran got: “Em bûdçeya gel a demokratîk a bi kedê re dixwazin.”

Di vê çarçoveyê de Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê li navçeya Bajarê Nû li pêşiya defterdariyê daxuyanî da. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyanî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bûdçeya gel a demokratîk a bi kedê re dixwazin” hatibû vekirin û dovîzên bi nivîsên “Bila pereyê gelan ji bo şer neçin” û “Em dixebitin, sermayedar dixwin” hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Em perwerde û tenduristiya bêpere dixwazin” û “Bûdçeya ne ji bo rantê lê ji bo kedkaran” hatin berzkirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK’ê Varol Oztorun di daxuyaniyê de got ku bûdçeya li Meclisê nîqaş li ser tên kirin bûdçeya sermayedarane û ev tişt anî ziman: “Bi vê bûdçeyê re gel bêhtir xizan dibe. Divê bûdçe ne li gel diyanet û şer lê ji bo tenduristî, perwerde û gel be. Bi vê daxwazê em ê di 2’yê kanûnê de li Amed û Stenbolê mitîngan lidar bixin. Heke daxwazên me neyên qebûlkirin em ê mafê xwe yê grevê bi kar bînin. Ji ber ku ji sedî 80’ê bacan ji gel tên standin lê belê ji sedî 1’ê jê didin gel û yên din didin sermayedaran.”

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Amedê Guneş Ozel jî ji bo mitîngên li Amed û Stenbolê banga tevlîbûnê kir.

Bi heman boneyê li Edene, Mêrsînê û Şirnexê jî daxuyanî hatin dayîn.