Li şaredariya AKP'yî torpîla malbatî

Salîh Akman ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve li Tûşbayê hate tayînkirin, baldûş, biraz, birazê, bûra û zavayê xwe tevlî kar kir.

Salîh Akman ê AKP'yî ku piştî hilbijartinê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li Tûşbayê hate tayînkirin, heman piştî ku li şaredariyê dest bi wezîfeyê kir, çend xizmên xwe xist şaredariyê û wezîfe da wan. Piraniya van kesan tevî ku naçin şaredariyê weke kadro bi rêk û pêk maeş distînin.

HDP di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de bi ser ket, lê belê bi bahaneya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) mazbata ji hevşaredarên HDP'ê re nehate dayin. Salîh Akman ê AKP'yî di ku di hilbijartinê de bû duyemîn weke şaredar hate tayînkirin. Akman 22 xizmên xwe li Şaredariya Tûşbayê, du xizmên xwe jî li şaredariyên Mûş û Artemêtanê bi cih kir. Akman ê AKP'yî ji bo pirsên têkildarî mijarê got, "Dibe ku têkiliya me ya biyolojîk hebe, lê belê em xizmên hev nînin." Tevî ku piraniya van kesan nayên şaredariyê jî weke kadro maeşan distînin.

Xizmên ku Akman xistiye şaredariyê bi vî rengî ne: Birayê wî Şahabettîn Akman, biraziyê Tahsîn Akman, birazê Mehmet Eşref Akman, birazê Zeynep Şeyma Akman, birazê Yûnûs Akman, pismam Sacît Akman, birazê Sûat Akman, birazê Selîm Akman, birazê Îlyas Akman, birazê Savaş Akman, bûra Yavûz Varli, baldûz Yagmûr Dogan, xwarzê Hacer Şevîn, Sûna Taşkin, Şîfanûr Kîncîr, Sînan Koçak, Şakîr Koçak, Fatîh Akman, zava Eyup Bacan û zava Bariş Taşkiran.