Înîsiyatîfa Gel a Êlihê têkildarî 2 kesan hişyarî da
Înîsiyatîfa Gel a Êlihê têkildarî 2 kesan hişyarî da ku berê di nava siyaseta demokratîk de bû, lê niha têkiliya wan bi têkoşîna demokratîk re nemaye.
Înîsiyatîfa Gel a Êlihê têkildarî 2 kesan hişyarî da ku berê di nava siyaseta demokratîk de bû, lê niha têkiliya wan bi têkoşîna demokratîk re nemaye.
Di daxuyaniya Înîsiyatîfa Gel a Êlihê de hate gotin, "Huseyîn Kalkan ên ku berê di nava siyaseta demokratîk de bû, şaredar bû û Mûstafa Ozturk li hemberî têkoşînê û saziyên me bi hêzên cuda re dixebitin û serê gelê me tevlîhev dikin. Ti têkiliya van kesan bi sazî û têkoşîna demokratîk re nîne."
Înîsiyatîfê got, "Bila malbatên me, gelê me û saziyên me bi soz û hewldanên van kesan nexapin, guh nedin wan. Karê ku ev kes dikin karê li dijî partî û rêxistina me ne."