Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ti agahî jê nayê girtin, serlêdan kir.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ti agahî jê nayê girtin, serlêdan kir.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo dîtina muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye û 3 sal in ti agahî jê nayê girtin, serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin.
Parêzeran ji bo her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.