Ji bo demokratîkbûyînê divê pergala heyî bê hilweşandin
Ji Tevgera Kaldiraç Hakan Dilmeç diyar kir ku ji bo demokratîkbûnê divê pergala heyî ya Komara Tirk bê hilweşandin û got, divê ev rûpel ji bo demokrasî, azadî, biratî û wekheviyê bê girtin.
Ji Tevgera Kaldiraç Hakan Dilmeç diyar kir ku ji bo demokratîkbûnê divê pergala heyî ya Komara Tirk bê hilweşandin û got, divê ev rûpel ji bo demokrasî, azadî, biratî û wekheviyê bê girtin.
Ji Tevgera Kaldiraç Hakan Dilmeç, anî ziman ku refleks û îdeayên çepgirên Kemalîzmê, wê bi berfirehkirina têkoşîna hevpar a gelan were şikandin û wiha got: “Dîroka 100 salî ya Komara Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e. Ev Komar qet nebû ya me. Dema Mûstafayê me tevî 15 hevrêyên xwe li Deryaya Reş hat xeniqandin, ava bû.”
Nûnerê Tevgera Kaldiraç Hakan Dilmeç ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku kodên damezrandina Komara Tirkiyeyê li ser înkar û îmhaya gelan, redkirina çîna karkeran û li dijî komunîzmê hatine avakirin.
JI ÇAVÊ KEMALÎZMÊ DÎROK XWENDIN
Dilmeç da zanîn ku hin beşên civakê yên ku xwe weke çepgir û sosyalîst dihesibînin, dema ku nekarîn ji Kemalîzmê qut bibin, li pey wê yekê dikevin ku 'aliyên pêşverû' li nava Kemalîzmê peyda bikin û got, "Dema ku em dîrokê bi çavê Kemalîzmê bixwînin, em nikarin li dijî êrîşên tinekirinê yên li ser gelên kevnar ên bi hezaran salan li ser vê xakê ne, têbikoşin."
BANDORA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD
Dilmeç destnîşan kir ku pêşketina Şoreşa Kurd û bandora Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a ku lez da pelişandina Komara Tirk, têkoşîna gelên din bêhtir xuya kir û got, “Dîroka Rom, Laz û Ermeniyan jî bi saya vê têkoşînê hat parastin. Ji ber vê têkoşîna gelê Kurd bandora Kemalîstbûnê li gorî salên berê kêmtir bûye. Tevî vê yekê jî di pozîsyoneke welê de radiweste ku baweriya xwe bi hêza xwe ya berxwedanê nîne, bi tacîzkirina çîna karker û hêza gelan a têkoşîna bi desthilatdariyê re eleqedar nîne û li cihekî din li rizgarker digere. Lê belê di rewşeke wisa de dimîne ku baweriya xwe bi hêza xwe nayîne, baweriya xwe bi hêza berxwedanê nayne, eleqedar nabe ku hêza têkoşînê ya çîna kedkar û gel bi desthilatdariya gel tacîdar bike û li cihekî din li rizgariyê digere.”
LEZ DA TEVGERA ŞOREŞGERÎ
Dilmeç anî ziman ku berxwedana bi heybet a Tevgera Azadiya Kurd ku di destpêka salên 1990'î de rabû, lez da Tevgera Şoreşger a Anatolyayê ya li kêleka xwe jî û got ku Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Anadolyayê bi hev re mezin bûn. Dilmeç di berdewamiyê de wiha got, “Bi Berxwedana Gezî re kîmyaya kesên ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin, xera bûy. Ji aliyekî ve Şoreşa Kurd û ji aliyê din ve jî tevgera gel a li rojava derketiye holê hê jî Komara Tirkiyeyê dide zorê. Encama ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de bi dest xist, weke nîşaneya ku Berxwedana Gezî û Berxwedana Kobanê di heman kanalan de diherikin, hêviyê di her kesî de çêkir. Avakirina rejîma Qesrê ya îro wê demê dest pê kir û ji bo pêşîgirtina li vê rewşê hat birêxistinkirin.”
CIHÊ DEWLETA TIRK LI NAV RÛPELÊN GEMARÎ YÊN DÎROKÊ YE
Dilmeç destnîşan kir ku yekane tişta ku dikare bibe sedema demokratîkbûnê, têk birina pergala heyî ya dewleta Tirk e û wiha dawî li gotina xwe anî, “Dema em behsa demokrasî, jiyana azad, biratî û wekheviya karkeran, gelan, jinan, xwendekaran bikin, wê Komara Tirkiyeyê xwe di nava rûpelên gemarî yên dîrokê de bibîne. Wê demê gelên qedîm ên Anatolya û Mezopotamya, karker, kedkar û bindestan wê dest bi jiyana wekhev, azad û biratî bikin.”