Temellî: Desthilat Kurdistanê veguherand erdnîgariya qeyûman

Parlementerê Mûşê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sezaî Temellî, bertek nîşan da û got ku dewlet bi polîtîkayên xwe Kurdistanê veguherandiye ‘’erdnîgariya qayûman’’.

Parlementerê Mûşê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sezaî Temellî, di civîna Wezareta Çand û Turîzmê ku li Komisyona Bûdçe û Plansaziyê ya li Enqereyê pêk hat de anî ziman ku bi bandora tayînkirina qeyûman Kurdistan bûye ‘’erdnîgariya qayûman’’.

Temellî, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û banga agirbestê kir. Temellî diyar kir ku çand û turîzm amûreke aşitiyê ye û anî ziman ku şerên li herêmê û tezkereya Suriyê ku ji parlementoyê derbas bû, bandoreke neyînî li şaristanî û mirovan dike.

Temellî îşaret bi çeşîtdariya çandî û mîrateya şaristanî ya Tirkiyê kir û bajarên Kurdan weke ‘’erdnîgariya Kurdistanê’’ û pey re weke ‘’erdnîgariya qayûman’’ pênase kir.

Temellî gotinên xwe wiha domand: “Weke ku em dizanin ev der bajarê kur^dan e. Ev der erdnîgariya Kurdistanê ye. Lê belê navekî din yê vê derê heye; ev jî erdnîgariya qeyûman e.”

Temellî diyar kir ku qeyûm xizmetên rêveberiyên herêmî asteng dikin û zextê li ser çand û zimanan zêde dikin û wiha got: “Em dibînin ku li cihên ku qeyûm lê hene, nêrîna çand û jiyana gelên herêmê çawa berevajî dibe, ev çand çawa tê xirakirin,  tê tunekirin, çawa ew ziman tên paşguhkirin.”

Temellî diyar kir ku xetimandina li Tirkiyeyê encama polîtîkayên tekparêz û cudaker e û diyar kir ku di pirsgirêka Kurd û Elewiyan de jî pirsgirêkên bi vî rengî tên jiyîn. Her wiha bal kişand ser paşguhkirin û tepisandina çanda bingehîn a Elewîtiyê.

Di dawiyê de Temellî destnîşan kir ku divê rêz li nasnameyên etnîkî û çandî yên li gelek deverên Tirkiyeyê bê girtin û rêgeza hemwelatîbûna wekhev bê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê pirsgirêka Elewîtiyê li ser bingeheke ku çand û bawerî bi hev re bijîn, bê çareserkirin.