KON-MED'ê li dijî serdana Erdogan banga tevlîbûna li meşa 18'ê Mijdarê kir

KON-MED'ê bang li rayedarên hikumeta Elman kir ku vexwendina Erdogan a li Berlînê betal bikin û ji gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî xwest ku li dijî serdaneke gengaz a bi vî rengî di 18'ê Mijdarê de beşdarî meşa li Berlînê bibin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li ser serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Elmanyayê ku tê payin 17'ê Mijdarê serdana Berlînê bike, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku vexwendina Erdogan rojek beriya meşa li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya 18'ê Mijdarê ya li Berlînê hate şandin, lewma ew baş zanin ku ev yek tê çi wateyê.

KON-MED'ê diyar kir ku polîtîkayên îmhayê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bênavber dewam dikin û got, "Erdoganê ku li Tirkiyeyê muxalefeta tepeser dike û bi taybetî li dijî saziyên gelê kurd siyaseteke faşîst dimeşîne, bi hezaran siyasetmedarên Kurd dîl girtin."

Daxuyaniya KON-MED'ê bi vî rengî dewam kir:

"Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd didome. Helwesta xwe ya li dijî gelê Kurd bi pergaleke tecrîdê ya ku li cîhanê nedîtî ye û di nava pergala hiqûqa gerdûnî û navxweyî de cih nagire, pêk tîne. 

Her wiha her roj bombeyan li Kurdistanê dibarîne û bi çekên ku li gorî hiqûqa şer a navneteweyî jî qedexe ne sucê şer pêk tîne. Niyeta Erdoganê faşîst û hevalbendên wî pir eşkere ye. Dixwaze hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rake.

Dewleta Tirk di vî şerê ku li dijî gelê Kurd dimeşîne ti exlaqê nas nake. Siyaseta hundir û derve jî li ser vê bingehê tê avakirin. Têkiliyên wan bi her cure komên terorîst re li ser bingeha hestên dij-Kurd in. Ev nîşan dide ku Erdoganê ku Rojhilata Navîn veguherand gola xwînê û bi feraseta Neo-Osmanîzm tevgeriya, ji bo Azadî û Demokrasiya gelan xetere ye.

Belê, niha dîktatorekî wisa wê li ser vexwendina dewleta Elman were Berlînê. Û çi tesaduf e, ew ê rojek beriya meşa li dijî qedexeya PKK'ê ya ku li Berlînê bê lidarxistin, were. Bi vî awayî bi kiryarên qirêj ên ku dikin re peyamê didin gelê Kurd. Divê hikûmeta Elman dawî li van têkiliyên qirêj ên bi salan e bi Tirkiyeyê re ava dike, bîne. Di hevdîtinê de ji bilî planên qirêj ên li dijî gelê Kurd, mijarên wekî şerê li Rojhilata Navîn, mijara koçberiyê, paşeroja peymana YE-Tirkiyeyê wê bên nîqaşkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de bangeke bi vî rengî hate kirin:

"Weke KON-MED, em ji dewleta Elman daxwaz dikin ku vê vexwendinê betal bike. Em di wê baweriyê de ne ku divê ji bo mafên mirovan û demokrasiyê helwest bê nîşandan. Ev jî ji bo demokrasiya Elmanyayê ezmûneke girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku Erdogan li ber çavên raya giştî ya Elmanyayê sûcdarê şer e. Em dizanin ku vê vexwendinê ne tenê me êşand, di heman demê de civaka Elman jî bêzar kir.

Di vê wateyê de em weke Kurdistanî vê serdanê şermezar dikin û bang li dewleta Elman dikin ku demildest dev ji vê helwesta xwe berde û vexwendnameyê betal bike.

Em bang li gelê xwe her wiha li her kesê ku li dijî zilmê û li kêleka mirovahiyê ye, ji bo bersivdayîna dîktator Erdogan û hikûmeta Elman bi girseyî beşdarî meşa mezin a 18’ê Mijdarê ya li Berlînê bibin bi rihekî Netewî bi feraseteke Demokratîk bi hestên seferberîyê bi herikin Berlinê."