YCWK’ê li Edeneyê depoyek îmha kir
YCWK’ê ragihand ku 14’ê Mijdarê li navçeya Seyhan a Edeneyê wan depoyeke ayîdê faşîstan daye ber agir û îmha kirine.
YCWK’ê ragihand ku 14’ê Mijdarê li navçeya Seyhan a Edeneyê wan depoyeke ayîdê faşîstan daye ber agir û îmha kirine.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Yekîneyên me 14’ê Mijdarê li navçeya Seyhan a Edeneyê derdora saet 00.20’an kargeha ayîdê kesekî bi navê Atakan dane ber agir û îmha kirine. Hat tespîtkirin ku şexsê bi navê Atakan taşerontiya bloka AKP-MHP’ê ya faşîst dike.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wê li dijî şexsên ku taşerontiya van çeteyên faşîst ku li ser gelê Kurd û ciwanan polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşînin, bi rengekî tund çalakiyên me bidomin. Bila her kes bizane, heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî dibe û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger dibe, heta ku xaka Kurdistanê azad dibe, em ê heta hefesa xwe ya dawî li dijî çeteyên dagirker têbikoşin.”