Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Aydinê çalakî kir

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Aydinê li otoparkê bi teqemeniyên dest, 8 wesayît dane ber agir û li Stenbolê jî nivîs li ser dîwaran nivîsîne.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku 12’ê Mijdara 2023’an li navçeya Încîrlîova ya Aydinê li otoparka ayîdê endamên ocaxên Osmanî yên nîjadperest bi teqemeniyên dest 8 wesayît dane ber agir.

Înîsiyatîfê bang li hemû ciwanan kir ku ji bo siberojeke azad çalakiyan lidar bixin.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr destnîşan kir ku wê hemû pêkhateyên mêtinger ên ku êrîş dibin ser gelê Kurd û Kurdistanê, hedef bigirin.

Her wiha înîsiyatîfê diyar kir ku li taxa Yeşîlkent a navçeya Avcilar a Stenbolê li ser dîwaran nivîsên “Ji Rêber Apo re azadî”, “Dewleta Tirk wê hesab bide”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Rêbertî li her derê ye” û “Faşîst wê hesab bidin” û wêneyê Abdullah Ocalan xêz kirine.