ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû bal kişand ser sîstema ku li dijî hebûna derûnî û fîzîkî ya jinê şer dike û got, "Têkoşîna jinê di heman demê de têkoşîna ji bo dewamiya hebûna mirovahiyê ye."
- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Misrê Şerîf Şahîn got, dewleta Tirk bi polîtîkaya tecrîdê nikare li pêşiya belavbûna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe asteng.
- Ji Studenti Independenti Beatrice Boggoi diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û got, "Bi dîtina min, azadiya wî tê wateya azadiya min, azadiya we û azadiya me hemûyan."
- Li Payîzavayê, çeteyek ji çawişên pispor û cerdevanan tovên kenewîr li zeviyên gundiyan çand û piştre îxbar kir û pere ji dewletê wergirt. Gundiyan gilî kirin, lê nekarîn encamê bi dest bixin.