‘Divê li dijî nexweşiya gurîbûnê şert û mercên jiyanê bên başkirin‘

Onûr Hamzaoglû bal kişand ser waqayên gurîbûnê ku li tevahiya Tirkiyeyê zêde bûye û li herêma erdhejê tê dîtin û diyar kir ku divê li cihê ku ev nexweşî tên dîtin bi taybet li Hatayê şert û mercên jiyanê bên başkirin.

Li tevahiya Tirkiyeyê nexweşiya gurîbûnê ji sedî 30 zêde bûye. Li gorî daneyan ji her 100 kesan 30 kesên ku diçin klînîkên dermatolojiyê bi nexweşiya gurîbûnê dikevin. Ev nexweşî ger neyê tedawîkirin heta bi mehan didome û hin dermanên ku di tedawiya nexweşiyê de tê bikaranîn di çarçoveya SGK’ê de nîne. Bi taybet piştî erdhêja 6’ê Sibatê ji ber pêşwazînekirina pêwîstiyên hîjyenê nexweşiya gurîbûnê di vê herêmê de gelek hate dîtin. Ji ber ku îro hîna li herêma erdhejê ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin, dibe pirsgirêkek girîng.

Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê ya HEDEP’ê Prof Dr. Onûr Hamzaoglû têkildarî mijarê axivî. Hamzaoglû diyar kir ku nexweşiya gurîbûnê nexweşiyeke parazît e û tedbîrên ku ji bo ev nexweşî neyê veguherandin şewbê wiha rêz kir: “Gurîbûn di tibê de nexweşiyeke parazît e. Ji ber vê yekê di koma nexweşiyên şewbê de ye. Ji bo pêşîgirtina vê nexweşiyê divê xwe biparêzin. Ji ber vê yekê dema di hawirdorên qelebalix de dimînin zêdetir zû belav dibe. Nexweşiyeke ku dema kes pêdiviyên hijyenê pêk bîne, bi rojane xwe bişo û cilên xwe biguherîne dikare bi lez jê rizgar bibe.”

Hamzaoglû bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên li herêma erdhejê û destnîşan kir ev nexweşî li vir çawa derdikeve: “ Divê mirov li gorî mezinahiya malbata xwe konteynir hebin, divê ev konteynir hem di baran û hem jî di hewaya germ û sar bibe stargehe. Mixabin, bi qasî ku em dibînin, beşek girîng a konteynerên heyî ne îzolekirî ne. Her wiha di wan şert û mercan de ava vexwarinê û bikaranînê têr nake. Hîn jî pirsgirêkên mezin hene. Elektrîk hîn jî pirsgirêkek mezin e. Ji ber vê yekê ev alî bandoreke neyînî li jiyana tendurist dike.”

Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû bal kişand ser başkirina şert û mercên jiyanê ji bo herêma erdhejê û wiha rêz kir ku divê di dema tedawiyê de çi bê kirin: “Ji bo ku şewb zêdetir belav nebe û ji holê were rakirin divê ji beriya tedawiya dermanan, ji bo başkirina şert û mercên jiyanê gavên pêwîst werin avêtin. Divê bêyî ku binêrin mirovên li vir di çarçoveya SGK’ê de ne an ne, dermanên pêwîst werin belavkirin. Ji ber vê yekê hê jî pêdivî bi organîzasyoneke heye ku ji mirovên li wir bêyî ku tu heq bigirin rasterast teşhîs bike, dermanên pêwîst bide û çavderiya kes bike. Nexwe wê kesên ne di çarçoveya ewlehiya civakî de ne û prîman nadin wê ji ber van şert û mercan di xwe gihandina dermanan de pirsgirêkên mezin bijîn. Hinek derman di çarçoveya SGK’ê de jî nînin. Divê ev di zûtirîn demê de bên çareserkirin.”