Rewşa girtiyên nexweş Celalettîn Can û Kasim Karataş giran dibe
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Celalettîn Can û Kasim Karataş giran e û wiha hate gotin: “Divê demildest werin berdan.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Celalettîn Can û Kasim Karataş giran e û wiha hate gotin: “Divê demildest werin berdan.”
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 479’an de çalakiyê lidar xist. Çalakî li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can ê li Girtîgeha Marmarayê ya Tîpa L’yê ya Jimara 5’an girtî ye. Çevîrmen diyar kir ku Celalettîn Can ji ber doza rojnameya Ozgur Gundemê ceza xwariye û dema hatiye girtin wî ji bo 5 rojan girtine û lê tevî vê yekê jî bi awayek bêhiqûqî girtî tê ragirtin. Çevîrmen da zanîn ku gelek nexweşiyên Celalettîn Can hene û her ku diçe rewşa li girtîgehê bandorê li ser rewşa wî dike. Çevîrmen anî ziman ku di 29’ê îlonê de hişê Celalettîn Can diçe û gêj dibe û serê xwe li ranzê dixe û dikeve erdê û dotira rojê serê sibehê wî dibin nexweşxaneyê. Çevîrmen destnîşan kir ku divê tavilê bê berdan û tevî ku mafê wî yê serbestiya bi kontrole jî heye lê dîsa nayê berdan û her ku diçe şertên girtîgehê yên nebaş bandorê li ser jiyana Can dike û heta ku pirsgirêkên girtiyên nexweş û girtîgehan bên çareserkirin dê daxwazên xwe bînin ziman.
STENBOL
Komîsyon Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 607’emîn de çalakiya “Rûniştina F” lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Kasim Karataş ê ku rewşa wî giran e û li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Çalakî li ber ÎHD’ê ya Stenbolê hat lidarxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.
Rêveberê ÎHD’ê ya Stenbolê Ferît Barût daxuyanî da. Barût bal kişand ser rewşa Kasim Karataş û destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe rewşa Karataş dijwar dibe.
Barût diyar kir ku Karataş di 7’ê Mijdarê de ji bo wan name şandiye û nameyê xwend: “32 sal in ez di girtîgehê de me. Cezayê min di 2’yê Tebaxa 2023’yan de qediya û diviyabû ku ez bi şert bihatama berdan. Ji bo vê jî tu astengiyek yasayî nebû û niha jî nîne. Ji ber ku beriya 3 sal û nîvan ez ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa F a Jimara 2’yan sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’ê ya Hejmara 2’yan kirin. Di nava van 3 sal û nîvan de ne lêpirsîna dîsiplînê li ser min hat destpêkirin û ne jî rewşeke neyînî rû da. Lê bi îdiaya bêbingeh a Desteya Îdaree û Şopandinê ya Girtîgehê ku 3 sal û nîv e her tim ‘halê nebaş’ tevgeriyam ji ber ku ez endamê rêxistinê bûm û poşman nebûm, pêşî berdana min 3 mehan hat taloqkirin heta 2’yê mijdarê. Di 2’yê mijdarê de bêyî ku bingeheke hiqûqî ya rast hebe, dîsa ji bo 3 mehên din, ango heta 2’yê sibata 2024’an berdana min hat taloqkirin.
Di van 32 salan de li girtîgehê nexweşiyên cidî bi min re peyda bûn. Ez ji dilê xwe bi awayek xedar nexweş im. Ez dermanên giran bikar tînim. Nikarim pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînim. Ez di rewşek nexweşê nav nivînan de me. Sepan, şert û mercên girtîgehê adeta veguherîne êşkenceya li ser me. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê û îdareya girtîgehê nahêle ez werim berdan. Ez destnîşan dikim, heke tiştek were serê min yanî ez bimirim, îdareya girtîgehê û Desteya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) berpirsiyar e.”
Çalakî bi berzkirina dûrişma “Bila Kasim Karataş bê berdan” bi dawî bû.