ROJEVA 13'YÊ MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Di 13’ê Mijdara 1960’an de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişloyê 283 zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê hatin qetilkirin. Di ser vê komkujiyê re 63 sal derbas bû, yek ji şahidên komkujiyê Mihemed Emîn Ebdulselam diyar kir ku di bûyera ku bi sedan zarok hatin qetilkirin de lêpirsîn jî nehatiye kirin.

- Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê ya HEDEP’ê Prof Dr. Onûr Hamzaoglû bal kişand ser waqayên gurîbûnê ku li tevahiya Tirkiyeyê zêde bûye û li herêma erdhejê tê dîtin û diyar kir ku divê li cihê ku ev nexweşî tên dîtin bi taybet li Hatayê şert û mercên jiyanê bên başkirin.

- Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr anî ziman ku divê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê belav bibe û got: “Divê ne tenê belav bibe, divê bê pêkanîn.“