Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr febrîqeya bazirganekî madeyên hişbirê da ber agir

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku wan febrîqeya hilberandinê ya kesekî AKP’î ku hat tespîtkirin li Tekîrdagê bazirganiya hişbirê dike, dan ber agir.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku wan 8’ê Mijdarê li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê febrîqeya ayîdê M.K ku “bazirganiya madeyên hişbirê dike û bi nêzîkatiya xwe ya bi AKP’ê re tê naskirin” dane ber agir. Înîsiyatîfê diyar kir ku wan tespît kiriye li febrîqeyê madeyên hişbir tên hilberandin û got: “Yekîneyên me febrîqeya hilberandinê dan ber agir û zirarek mezin gihişt febrîqeyê.”

Înîsiyatîfê diyar kir ku 9’ê Mijdarê li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê otoparkek a ayîdê faşîstên AKP’î ji du aliyan ve bi teqemeniyan hatiye hedefgirtin û got: “Me otopark û 15 wesayîtên luks ên di hundirê otoparkê de dan ber agir.”

Înîsiyatîfê got: “Me soz daye gelê xwe û yên ji me bawer dikin. Li kuderê êrîşek hebe, em ê li wir bin. Em ê wir ji dijmin û hevkarên wê re bikin dojeh.”