ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî gav paşde neavêtin
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li dijî êrîş û dorpêçê gav paşde neavêtin û çalakiya xwe domandin. -
Li Hewlêrê li dijî baregeha DYE’yê êrîşeke din hate kirin
Êrîşeke din li dijî baregeha hêzên DYE’yê ya li bajarokê Herîr ya ser bi Hewlêrê hate kirin. -
Li Hatayê navê zilma nû: Desteserkirin
Li Taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê yek ji xwediyên rewa yê zeviya ku qada jiyanê ya konteyniran lê hatiye çêkirin Emsal Atakan diyar kir ku tu agahiya wan ji îstimlaqkirina zeviyan tuneye. -
‘Em ê bi têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst jiyaneke nû ava bikin’
Berdevka Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê bi rêbazên herî bi bandor li dijî desthilatdariya ku li dijî her kesên ne ji wan in şer îlan kiriye têbikoşin. -
ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
RSF: Divê Silêman Ehmed demildest bê berdan
RSF’ê têkildarî girtina edîtorê beşa Erebî ya ajansa RojNewsê Silêman Ehmed ê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin, peyamek weşand û xwest demildest Silêman Ehmed bê berdan. -
Doza Mirovên Şemiyê taloqî 5’ê Nîsana 2024’an hat kirin
Di doza Dayik/Mirovên Şemiyê de parêzeran xwest mutalaa jinûve bê amadekirin lê ev daxwaza wan hate redkirin û doz taloqî 5’ê Nîsana 2024’an hate taloqkirin. -
Ji 5 kesên ku li Şirnexê hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girt û 5 kes binçav kiribûn. Ji 5 kesên hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin. -
Rêxistinên hiqûqê ji bo berdana Kişanak û Atalay bang kirin
Rêxistinên hiqûqê ji bo berdana Gulten Kişanak û Can Atalay bang kirin. -
Girtiyê nexweş piştî 30 salan hate berdan, bi coş hate pêşwazîkirin
Mehmet Emîn Sosin ku di destpêka salên 1990'î de li Şirnexê hatibû girtin, piştî 30 salan hate berdan. Mehmet Emîn li Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin. -
Rêxistinên navneteweyî daxwaza azadiya siyasetmedarên Kurd ên dîlgirtî kirin
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji bo berdana siyasetmedarên Kurd ên 4'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin, bang kirin. -
Fîgen Yuksekdag tevlî cenazeyê kekê xwe bû
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag tevlî cenazeyê kekê xwe Necmî Yuksekdag bû. -
Meha Cotmehê 3 kolber hatin kuştin, 27 jî birîndar bûn
Meha Cotmehê di êrîşên leşkerên Îranê û Tirk de 3 kolber hatin kuştin, 27 jî birîndar bûn. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li dijî baregehên DYE’yê êrîş pêk hatin
Li dijî baregehên DYE’yê yên li Herêma Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov û biçek û mûşekan êrîş pêk hatin. -
'Girtin bi xwe dezenformasyon e'
Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok girtinên ji ber 'qanûna dezenformasyonê' nirxand û destnîşan kir ku girtin bi xwe dezenformasyon e. -
ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nûçeyên têkîldarî ‘radestkirina keça Ezidî li malbatekî DAÎŞ’ê’ hatin astegkirin
Li ser daxwaza Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'emîn a Enqereyê derbarê 3 nûçeyên Hale Gonultaş ên têkîldarî "radestkirina keça Êzîdî li malbatekî DAÎŞ’ê” de biryara astengkirina gihîştinê da. -
HEDEP’ê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Edaletê da
Hevserok û parlamenterên HEDEP'ê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Edaletê dan. -
Serokwekîlên Koma Meclîsê û Rêveberê Îdarî yên HEDEP’ê hatin diyarkirin
Serokwekîlên Koma Meclîsê û Berpirsiyarê Îdareya Meclîsê yên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) hatin diyarkirin. -
Rojnamevanek din hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyona hikûmeta Tirk a li dijî rojnamevanan de rojnamevanek din jî hate binçavkirin. -
Li hemberî parêzerê OHD'yî êrîşa çekdarî
Parêzerê OHD'yî Erdal Çelîk li pêşiya mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat. -
Alîkarê midûr ê ku dest dirêjî xwendekaran kiribû, hîn jî serbest e
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cîgirê midûrê dibistanekê Bûrak Ercan destdirêjî li 43 xwendekaran kiribû. Di danişîna dozê de daxwaza girtina Ercan nehate qebûlkirin. -
Êşkence li Ustundag ê girtî hate kirin
Selamî Ustundag ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Erzînganê dîlgirtî bû, ji ber li dijî lêgerîna tazî derketibû, pêşî rastî êşkenceyê hat û piştre hat sirgûnkirin. -
Li 9 kesên ku pêvajoya vekişînê dişopandin cezayê girtîgehê hate birîn
Li 9 kesên ku pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê dişopandin ji 6 heta 7 salan cezayê girtîgehê hate birîn.