Li 9 kesên ku pêvajoya vekişînê dişopandin cezayê girtîgehê hate birîn

Li 9 kesên ku pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê dişopandin ji 6 heta 7 salan cezayê girtîgehê hate birîn.

Di doza darizandina 9 kesên ji heyeta şopandina pêvajoya vekişîna gerîla de bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' biryar hate dayin. Li 9 kesên ku di 3'ê Hezîrana 2022'an li Wanê hatin girtin û 20'ê Îlona heman rojê hatin berdan ji 6 sal û 3 mehan heta 7 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê hate birîn.

Heyeta dadgehê li Abdulkerîm Dûrmaz, Harûn Okay û Atîlla Kûmlî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' 7 sal û 6 meh, li Behîce Abî, Evîn Keskîn, Omer Işik, Salîh Îpek, Yakûp Aslan û Yilmaz Berkî jî bi heman îdîayê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.