Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî gav paşde neavêtin

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li dijî êrîş û dorpêçê gav paşde neavêtin û çalakiya xwe domandin.

Çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta mirovên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin didomînin, di hefteya 971’emîn de jî berdewam dike.

Di çalakiya vê hefteyê ku gelek malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan tê de cih girtin de polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî qadê daye jî hemû rêyên derdikevin qadê bi bariyeran girtin û hewldan Dayikên Şemiyê asteng bikin.

Polîsan Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ên li Cadeya Îstîklalê bi qûrnefîlan xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin dorpêç kirin. Polîsan gef li girseya kom boyî xwarin ku heke belav nebin dê binçav bikin.

Yek ji Mirovên Şemiyê Masîde Ocak a bertek nîşanî polîsan da anî ziman ku daxuyaniyê nadin çapemeniyê tenê dê qûrnefîlan deynin qadê û derkevin. Ocak, axaftina xwe wiha domand: “Weke welatiyekê mafê min heye ku li vir bimeşim. Ez îro li ser daxwaza dayika Davût Altûnkaya yê 12 salî dixwazim vê qûrnefîlê deynim Qada Galatasarayê. Em tenê dixwazin biryara AYM’ê were bicihanîn. Heke hûn binçav bikin jî bikin. Em dixwazin qûrnefîlên xwe deynin Qada Galatasarayê.”

Li ser israra çalakvanan Masîde Ocakê qûrnefîla di destê xwe de danî qadê. Dayikên/Mirovên Şemiyê piştre ji herêmê veqetiyan û ti kes nehate binçavkirin.