Li Hatayê navê zilma nû: Desteserkirin

Li Taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê yek ji xwediyên rewa yê zeviya ku qada jiyanê ya konteyniran lê hatiye çêkirin Emsal Atakan diyar kir ku tu agahiya wan ji îstimlaqkirina zeviyan tuneye.

Polîsan di 14’ê Cotmehê de bi ser konteynirên li Taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê de girtin.  Di encama serdegirtinê de endamên ÎHD û Egîtîm-Senê jî di nav de 5 kes binçav kirin û ji mexdûrên erdhejê xwestin ku demildest cihê xwe vala bikin. 

Yek ji wan jê xwediyê zeviya qada jiyanê lê hatiye çêkirin Emsal Atakan e. Emsal Atakan dayika Ahmet Atakan ê ku di 23 saliya xwe de di çalakiya Berxwedana Parka Gezî ya Hatayê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin e. Mexdûra erdhejê Atakan yek ji kesên ku bêyî agahiya wan zeviya wan hatiye desteserkirine, bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Bi êrîşa polîsan re em hîn bûn ku zeviya me hatiye desteserkirin. AFAD'ê konteynirên li ser zeviyê birin embara xwe û du roj berê bang li gel kir û gotin ‘van ji vir bigirin, bixin baxçeyê xwe yan jî bibin cihekî din.’  Pereyên me tune ku em heqê veguheztinê bidin. Tiştê ku qewimî tiştekî ku nayê qebûlkirin”

Atakan a ku ji 14'ê Cotmehê û vir ve tiştên ku li herêmê qewimîne ji ANF'ê re vegot. Emsal Atakan anî ziman ku di 14'ê Cotmehê de dema polîsan bi ser herêma konteynirê ya ku mexdûrên erdhejê lê dimînin de girtin biryara îstimlaqkirina lezgîn hatiye dayîn û diyar kir ku ji wê rojê heta niha tu agahî nedane xwediyên zeviyan. Atakan anî ziman ku ji mexdûrên erdhejê yên ku li herêmê mane re gotine ku herêmê biterikînin.

Atakan wiha axivî: “Ez hîn bûm ku zeviya ku para min tê de hebû, du hefte berê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. Min ji aliyên din ên xwedî mafên li ser erdê destûr girt û da ku 12 malbatên mexdûrên erdhejê bi cih bikin. AFAD û polîsan di saetên serê sibê de avêtin ser qadê û ji kesên di konteyniran de dimînin re gotine; ‘Hûn ê ji vir derkevin’. Kesên li ber xwe dan binçav kirin. Ji pişt ve me kelepçe kirin. Bêyî agahiya me biryarek wiha girtin û ji xelkê xwestin ku bi lez û bez heremê vala bikin. Ev kes dê biçin ku derê? 8 meh in em hewl didin ku li ber xwe bidin. Di nav kesên li vir dimînin de xwediyên zeviyan jî hene. Ew jî mexdûrên erdhejê ne. Bêyî ku cihekê nîşanî wan bidin, dibêjin bila derkevin. Der barê dayîna heqê zeviyên me de agahî nadin me."

Emsal Atakan diyar kir ku parêzeran der barê mijarê de lêkolînên pêwîst dane destpêkirin û ew ê têkoşîna hiqûqî ya pêwîst bimeşînin. Atakan got ku ji ber vê biryarê li tevahiya Hatayê gelek kes mexdûr bûne. Atakan anî ziman ku pêvajoyeke dijwar li benda mexdûrên erdhejê yên ku di konteyniran de dimînin heye.

Atakan destnîşan kir ku zeviyên wan ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin û got: “Der barê zeviyên hatiye desteserkirin de dê heqê me bê dayîn an na agahiya me tune. Heta niha tu agahî nehatine dayîn, ji bilî cihên me gelek cihên ku hatine desteserkirin hene. Parêzerên me li ser vê mijarê lêkolînê dikin. Tişta ku ji me re gotin ev e ku ji ber ku Hatay herêma erdhejê ye di çarçoveya Rewşa Awarte de gelek pêkanîn dikarin bên kirin. Dewlet mafê wê heye ku her cihê ku bixwaze desteser bike. Bêyî ku ji xwedî bipirse, dikare desteser bike. Tiştên ku qewimî ne tiştek e ku em qebûl bikin."