Serokwekîlên Koma Meclîsê û Rêveberê Îdarî yên HEDEP’ê hatin diyarkirin
Serokwekîlên Koma Meclîsê û Berpirsiyarê Îdareya Meclîsê yên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) hatin diyarkirin.
Serokwekîlên Koma Meclîsê û Berpirsiyarê Îdareya Meclîsê yên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) hatin diyarkirin.
Koma HEDEP'ê ji bo diyarkirina navên nû li Meclîsê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist.
Di civînê de biryar hat dayîn ku Serokwekîlên Koma Meclîsê yên niha Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç peywira xwe bidomînin.
Tuncer Bakirhan ê ku piştî bû hevserokê HEDEP’ê ji wezîfeya xwe ya Rêveberiyê Meclîsê îstifa kiribû, li şûna wî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Wekîla HEDEP'ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz hat diyarkirin.