Nûçeyên têkîldarî ‘radestkirina keça Ezidî li malbatekî DAÎŞ’ê’ hatin astegkirin

Li ser daxwaza Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'emîn a Enqereyê derbarê 3 nûçeyên Hale Gonultaş ên têkîldarî "radestkirina keça Êzîdî li malbatekî DAÎŞ’ê” de biryara astengkirina gihîştinê da.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo astengkirina gihîştina nûçeya bi sernavê “radestkirina keça Êzîdî li malbatekî DAÎŞ’ê” û du nûçeyên têkîldarî wê yên Hale Gonultaş, serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4'emîn a Enqereyê da. Dadgehê derbarê 3 nûçeyan têkîldar biryara astengkirina gihîştinê da.

ÇI QEWIMÎ BÛ

Der barê endamên DAÎŞ’ê yên ku keçeke Êzidî revandin û bi rêya qaçaxî anîn Tirkiyeyê, bi sûcê ”bazirganiya mirovan a navneteweyî” doz hatibû vekirin. Di nûçeya navborî de biryara Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya têkîldarî zarokê bi belgeyan hatibû eşkerekirin.

Derketibû holê ku zaroka ku bi erêkirina wezaretê li yurda di bin çavderiya dewletê de dima, di dawiya hefteyan de ji bo “mayîna şev” dibirin li mala malbata DAÎŞ’ê ku zarok revandine û anîne Tirkiyeyê û piştre li (dark web) xwestinê bifiroşin.

Dadgeha Cezayê Giran a 15'emîn a Enqereyê di danişîna ku 26’ê Cotmehê hat dîtin de endamê DAÎŞ’ê ji ber sûcê “bazirganiya mirovan” bi daxwaza cezayê girtîgehê ya heta 18 salan darizandibû. Piştî nûçeya navborî û hişyariya raya giştî, hatibû ragihandin ku bersûc hatiye girtin. Wezaretê ragihandibû ku ew zarok dîsa xistine parastinê. Lê piştre derketibû holê kku DAÎŞ’î nehatiye binçavkirin jî.