‘Em ê bi têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst jiyaneke nû ava bikin’
Berdevka Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê bi rêbazên herî bi bandor li dijî desthilatdariya ku li dijî her kesên ne ji wan in şer îlan kiriye têbikoşin.
Berdevka Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê bi rêbazên herî bi bandor li dijî desthilatdariya ku li dijî her kesên ne ji wan in şer îlan kiriye têbikoşin.
Berdevka Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû ji ANF'ê re axivî. Turkoglû destnîşan kir ku di pêvajoya jinûve avakirinê de jin, kedkar û karker wê bi têkoşîna hevpar jiyaneke nû ava bikin.
JIYANEK NÛ PÊKAN E
Turkoglû anî ziman ku ew ji HEP'ê heta HEDEP'ê aqilê kolektîf esas digrin û wiha axivî: "Timî li pêşberî me desthilateke bi nebaşiyê xwe rêxistin kiriye heye. Rastiya hikûmetê ew e berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gel re digire û li dijî hemû beşên civakê yên ne ji xwe şer îlan kiriye, heye. Em ê rêya xwe bidomînin û dibêjin ku li hemberî vê sîstema ku xwe li ser şer û gengeşiyê ava kiriye û hewaya tirsê ava dike, jiyaneke nû pêkan e. Heta niha em bi kedkar, karker, jin û ciwanan re di vê rêyê de meşiyan. Di vê meşa dirêj û dijwar de me bi hezaran hevrêyên xwe winda kirin. Di rastiya xwe de, di asta ku em îro gihîştine de, em bi yekbûna li dora hêz û têkoşîna xwe ya rêxistinî bûne mîlyonan. Di hişê kolektîf de afirandina tiştên nû tê wateya tevgerenî hemû beşan a bi hev re. Li dijî xizanî, betalî, îstîsmara kedê, tundî û qetlîamên li ser jinê, em di wê baweriyê de ne ku jiyaneke wekhev, adil û demokratîk pêkan e. Em ê vê jiyanê bi hemû gelên bindest, nasname û baweriyên bindest re, bi hişmendiyeke hevpar ava bikin. Hemû beşên bindest vê rastiyê baş dizanin. Bingeha krîz û kaosa îro di polîtîkayên çaresernekirina pirsgirêka Kurd de ye.
Em ê bi vê hişmendiya kolektîf têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî desthilatdariya mêr a faşîst a AKP-MHP’ê em ê bi hişmendiya hevpar û têkoşîna hevpar a gelan, jin, ciwan, kedkar û karkeran jiyaneke nû ava bikin.”
‘EM Ê BI HEVGIRTINÊ BI SER BIKEVIN‘
Turkoglû da zanîn ku ew ê bi derbaskirina kêmasî û nebesiyan, pêvajoya jinûve avabûnê ava bikin û wiha dewam kir: “Me hemû pêvajo bi hev re meşandin. Me pêvajoyên xwe gav bi gav, ji têkoşînê heta rêxistinbûnê, ji dîtina çavkaniya pirsgirêkan û pêkanîna rêbazên herî bi bandor ên li dijî wan, bi hev ve girêdidin. Di vê serdemê de jî em bi heman hişmendî û biryardariyê derketin rê. Helbet em ê bi ser bikevin. Gelek sedemên me yên serkeftinê hene. Em deyndarê gelê xwe, jin û ciwanên xwe ne. Ji gundan heta taxan, ji navçeyan heta bajaran em ê li her derê meclîsên xwe ava bikin. Ji her demê zêdetir em ê aqilê kolektîf û xebata kolektîf di hemû mekanîzmayên xwe yên biryargirtinê de esas bigirin. Em ê bi xebatên perwerdehiyê hem hevdû û hem jî têkoşîna xwe xurt bikin. Di çarçoveya çalakiyên civakî de em ê derî bi derî bigerin, bi gelê xwe û jinan re hevdîtinan pêk bînin. Em ê rêbaza xwe ya ku li ser esasê gel û rojeva gel hatiye avakirin xebatê bimeşînin.
Em ê bi ciwanan re pirsgirêkên xizanî, betalî û bicihbûnê şareser bikin û bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin.
Em ji roja ewil de dibêjin ku siyaseta ji rojeva jinê qut bûye dê tu carî bi ser nakeve.. Îro rojeva jinan rûbirûbûna her cure şîdetê ye, bêkarî, îstismarkirina kedê, êrîşên li ser mafên ne. Em ê li dora rojeva hevpar a jinan bên gel hev û vî barî bi hev re hildin."
EM PARTIYA YÊN LI DIJÎ PERGALÊ HATINE CEM HEV IN
Turkoglû anî ziman ku pêwîste partiya wan ji partiyên sîstemê cudatir be û wiha domand; “Em ji niha ve bi bernameya partiya xwe ya li ser bingeha piralîbûna li dijî rejîma tekbûnê ne. Bi feraseta xwe ya demokrasiyê û paradîgmaya xwe ya azadiya jinê, em berê xwe didin tevgerên ku li dijî vê ferman û vê sîstemê tên cem hev. Tişta ku me ji yên ku betalkirina Peymana Stenbolê pejirandibûn û yên ku ferman erê kiribûn cuda dike, israra me ya aştiya birûmet e. Di paradîgmaya azadiya jinê de em ji bo çalakiyên xwe yên li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan berdêlên mezin didin. Dema em wekhevî û azadiya jinê diparêzin, em partiyeke ku mekanîzma û pêkanîna polîtîkayên wan jî ava dikin. Hevserokatî, temsîliyeta wekhev û pergala partiya me ye, di heman demê de qadên pêkanîna pergala azadiya jinê jî dihewîne. Di vî warî de em fikra pêkanîna demokrasiya xwecihî ku pirrengî, cihêrengî, pirzimanî, xwecihî û xweser e, li dijî polîtîkayên partiyên pergalê yên ku siyaseta înkarê dimeşînin diparêzin. Em siyasetê di jiyanê, ji zimanê têkoşînê ava dikin.”
‘EM Ê SIYASETA JINAN BIKIN CIVAKΑ
Halîde Turkoglû diyar kir ku weke meclîsa jinan ew ê li dijî tundî, qirkirina jinan, tecrîd û polîtîkayên şerê taybet bi awayekî herî xurt xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me ya sereke ew e ku mal bi mal bi jinan re hevdîtinê pêk bînin. Li pêşiya me hefteya 25’ê Mijdarê heye. Di vê hefteyê de, em ê çalakiyên li dar bixin. Bi heman awayî li pêşiya me pêvajoya budçeyê heye. Em ê careke din deng û îsyana jinên ku li kolanan, li taxan û li malan, li meclîsê bi awayekî herî xurt bibihîzin bînin ziman. Dîsa em ê israra xwe ya ji bo mezinkirina hêza xwe ya rêxistinî ya li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan, li dijî polîtîkayên şer û şîdetê jî aştiya birûmet bi dengekî bilind biqîrin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên ku dixwaze tecrîdê veguherîne rejîmekê, bi mezinkirina berxwedanê tecrîdê bişkînin, Ji bo vê em ê bi awayekî herî xurt xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi rêxistinkirina fikrên xwe bersiva her cure êrîşên îdeolojîk bidin. Ji bo ku em siyaseta xwe ya azadîxwaz a jinê civakî bikin, em ê li her qadê berxwedana jinê û hevgirtina jinê nîşan bidin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet em ê parastina xwe ya îdeolojîk bi rêxistin bikin, ji bo azadiya girtiyên jin ên li girtîgehan û li dijî tundiya darazê ya ku bûye şêweyên sîstematîk ên tundiya dewleta mêr-dewlet, em ê têbikoşin. Li ku derê pirsgirêka me jinan bi vê pergalê re hebe, em jin wê li ber xwe bidin. Em ne tenê qebûl nakin, em ê jiyana xwe bi civakîkirina siyaseta jinê ava bikin. Weke ku min diyar kir rojeva jinan zelal e û bila gumana tu kesan tu nebe, em ê bi van bernameyan têkoşîna herî xurt bidin meşandin.”