Girtiyê nexweş piştî 30 salan hate berdan, bi coş hate pêşwazîkirin
Mehmet Emîn Sosin ku di destpêka salên 1990'î de li Şirnexê hatibû girtin, piştî 30 salan hate berdan. Mehmet Emîn li Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin.
Mehmet Emîn Sosin ku di destpêka salên 1990'î de li Şirnexê hatibû girtin, piştî 30 salan hate berdan. Mehmet Emîn li Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin.
Mehmet Emîn Sosin sala 1993’an li navçeya Hezez a Şirnexê hatibû girtin û di doza ku lê dihat darizandin de, bi îdîaya “yekîtiya dewletê xera kiriye” cezayê muebedê lê hatibû birîn.
Mehmet Emîn Sosin (66) piştî ku 30 salan girtî ma, roja 2’ê Mijdarê hat berdan.
Navê Emîn Sosin di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Piştî ku Emîn Sosin ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiye Gîresûnê hat berdan, çû Edeneyê ku malbata wî li wir dijî.
Emîn Sosin ku bi gopalê dimeşe, li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhanê bi coş hate pêşwazîkirin.