ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku bi rê û rêbaza xwe ya şer 3 sal in nehiştine dewleta Tirk encamê bi dest bixe û got, "Dewleta Tirk bi tasfiyekirina gerîla dixwaze pêvajoya tasfiyekirina gelê Kurd biqedîne. Lewma ji bo me stratejîk e. Ji kerema xwe bila her kes vê fêhm bike."
- Konferansa Ciwanan a Cîhanê li paytexta Fransa Parîsê destpê dike. Konferans wê sê rojan dewam bike û ji tevahiya cîhanê zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan wê tevlî bibin.
- Ji fermandarên mezin ên berxwedana Kobanê Şehîd Rêzan Amed: Me li her derê xwîn rijand, şehîd û birîndar dan. Bi vî rengî xwe gihand bajarê Kobanê. Ji her alî ve me bêhn li wan çikand."
- Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok girtinên ji ber 'qanûna dezenformasyonê' nirxand û destnîşan kir ku girtin bi xwe dezenformasyon e.