ROJANE
Hemû Nûçe
-
HEDEP'ê li Meclîsê daxuyanî da: Divê tecrîd tavilê bê rakirin
HEDEP'ê ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke 'lezgîn' li Meclîsê da. -
Pirtûka Gerîlla Harbî ji nû ve hate çapkirin
Weşangeriya Ûmût pirtûka Gerîlla Harbî ji nû ve weşand ku yekemcar bi wergera Can Yucel di sala 1967'an de hate weşandin û bû sedem ku Can Yucel bê darizandin. -
Hejmara Cotmehê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin
Hejmara 502'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Azadiya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye" hate weşandin. -
'Hem doza Gezî hem jî ya Kobanê bi hiqûqa tolhildanê tê meşandin'
Parêzerê ji OHD'ê Veysî Eskî diyar kir ku bêhiqûqî li Tirkiyeyê bûye pergala dadgeriyê û got, "Di dozên Gezî û Kobanê de heman hiqûqa tolhildanê tê ferzkirin." -
ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HEDEP’ê bertek nîşanî girtina Huda Kaya da
HEDEP’ê destnîşan kir ku girtina Huda Kaya encama siyaseta tolgirtinê ye û bang li her kesî kir ku li ber vê bêhiqûqiyê rabin -
Polisan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 9 kes hatin binçavkirin
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê girtin de girtin, 8 jê endamên Grûp Yorûmê 9 kes binçav kirin. -
Parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya hat girtin
Siyasetmedar û parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya hat girtin. -
Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
Rojnamevan Tolga Şardan ji ber nivîsa xwe ya bi sernavê “Di ‘rapora darazê’ ya MÎT’ê pêşkeşî Serokkomariyê kirî de çi heye?” hat girtin. -
Polîsan êrîşî çalakiya ji bo Rojava û Fîlîstînê kirin
Li Stenbolê polîsan êrîşî çalakiya bi dirûşmeya “Ji Filistînê heta Rojava gel li ber xwe dide“ kir û di êrîşa polîsan de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin. -
Huda Kaya li Stenbolê hat binçavkirin
Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat binçavkirin. -
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin
Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin. -
Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê: Li Kobanê mirovahî bi ser ket
Hevserokên Giştî yên HEDEP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin û got, "Li Kobanê mirovahî bi ser ket. Berxwedana Kobanê vê demê û siberojê ronî dike." -
Milîsên HBDH'ê li Edeneyê li wesayiteke polîsan a zirxî xistin
Milîsên Aynûr Ada yên HBDH'ê ragihandin ku li Edeneyê li wesayiteke polîsan a zirxî xistine. -
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê banga berxwedanê kir. -
Ji kurê Serokê Federasyona Eşîrên Qedîm re, torpîla dewletê
Federasyona Eşîrên Qedîm ku AKP piştevaniya wê dike, niha jî dest avêt Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Kurê Serokê Federasyona Eşîran Rasim Aslan, Fehîm Aslan tevlî karê şaredariyê hate kirin. -
Alîkarî li gel nayê belavkirin
Xureka ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Hatayê re şandiye bi mehan e li gel nayê belavkirin. -
'Vîrusa neteweperestiyê bi çep a Tirkiyeyê re jî heye'
Ji kadroyên pêşeng ên TKP-B'ê Mehmet Aytûnç Altay ku piştî 31 salên girtîgehê hate berdan wiha axivî: "Vîrusa neteweperestiya Tirk bi çep a Tirkiyeyê re jî heye. Rojava bi rengekî şênber hatiye dagirkirin. Nedîtina vê yekê dûrî ji aqil e." -
ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan Arslan hat berdan
Nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan hate berdan. -
'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' ji bo dawiya meha Çileyê hate taloqkirin
'Doza Çapemeniya KCK'ê ku dadgeriya Tirk li dijî medya Kurd da destpêkirin, ji bo 30'ê Çileya 2024'an hat taloqkirin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe, car din serlêdan kirin. -
Ji milîsên HBDH'ê li Amedê çalakiya bombeyî
Milîsên Yilmaz Behrareş ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeay Rêzan a Amedê li hemberî wesayiteke polîsan a zirxî çalakiyeke bombeyî kirine. -
Li Girtîgeha Tarsûsê qedexeya li ser Kurdî
Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê diyar kirin ku gardiyanan axaftina bi Kurdî li wan qedexe kirine. -
Parêzer Arricale: Tecrîd li dijî qanûnê ye
Endama Navenda Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya li Îtalyayê hiqûqnas Michela Arricale got, tecrîd li derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.