'Vîrusa neteweperestiyê bi çep a Tirkiyeyê re jî heye'

Ji kadroyên pêşeng ên TKP-B'ê Mehmet Aytûnç Altay ku piştî 31 salên girtîgehê hate berdan wiha axivî: "Vîrusa neteweperestiya Tirk bi çep a Tirkiyeyê re jî heye. Rojava bi rengekî şênber hatiye dagirkirin. Nedîtina vê yekê dûrî ji aqil e."

Ji kadroyên pêşeng ên Yekîtî / Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP-B) û Partiya Şoreşê ya Tirkiyeyê Mehmet Aytûnç Altay, piştî 31 salên girtîgehê ji Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1'ê ya Kiriklar a Îzmîrê hate berdan. Altay ji ANF'ê re axivî û got, "Li girtîgehê mirov nasnameya xwe ya siyasî diparêzin û xwe ji bo derve perwerde dikin. Ji bo karibe bi têkoşîna li derve re bibe yek derfetên herî biçûk jî bi kar tînin. Lewma projeya Tîpa F bi ser neketiye."

Altay bal kişand ser pêvajoya siyasî ya ku hate girtin û anî ziman ku ji bo salên 1993-94'an bêne fêhmkirin divê pêvajoya heyî jî bê fêhmkirin. Altay got, "Di salên 1993-94'an de ku hingî têkoşîn li Kurdistanê gelekî bilind bûbû, şoreşa Tirkiyeyê, tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê di heman astê de bi pêş neket. Ji bo dewamkirina asta hevsengiya stratejîk bê dewamkirin hin hewldan, hewldanên aştiyê hatin kirin. Dawiya dawî derbasî asta êrîşa stratejîk nebû û ev pêvajo gihîşt asta Komploya Navneteweyî, girtina lîderiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û Îmraliyê. Dema ku hatim girtin li Kurdistanê têkoşîn gelekî pêşketî bû. Li Tirkiyeyê jî di wê astê de têkoşîn nebû jî lê ji asta heyî xurtir bû. Piştî ku hatim berdan min dît ku li Kurdistanê rêveçûn û stratejiya têkoşînê guheriye, li Tirkiyeyê jî têkoşîn ji wê demê bêhtir li paş ketiye. Wezîfeya me ye ku em pêvajoyeke aheng û bi hev re biafirînin."

HÊZÊN TIRKIYEYÎ DIVÊ DI TIFAQÊ DE BI BIRYAR BIN

Altay destsnîşan kir ku rizgariya gelên Tirkiye û Kurdistanê bi hev re ye û got, "Rizgariya gelên Mezopotamya û Anatoliyê bi hev re ye. Pêvajoya derbasbûyî vê yekê nîşan dide. Pêvajoya şoreşê ya Kurdistanê li gorî pêvajoya Tirkiyeyê gelekî bi pêş bikeve jî dema pêvajoya Tirkiyeyê xwe negihîne wê, li wî alî jî serketin pêk nayê. Têkçûneke li wî alî, li vî alî jî bû sedema paşketinê. Em van hemûyan bi şênberî dibînin. Lewma tifaqa tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bi têkoşîna Kurdistanê re li vê cografyayê ji bo rizgariyê mecbûriyeteke stratejîk e. Di her rê û rêbazê de pêwîstî bi vê tifaqê heye. Hêzên Tirkiyeyî divê her tim li ser tifaqa bi têkoşîna Kurdistanê re bi israr bin. Hin hêzên çep ên tevlî vê tifaqê nebûne divê vê pêvajoyê jinûve binirxînin û bi giştî beşdarî vê tifaqa têkoşînê bibin."

BI VÎRUSA NETEWEPERESTIYÊ KET

Altay rexne kir ku hin hêzên çep ên li Tirkiyeyê êrîşên li ser Rojava ji nedîtî ve tên û anî ziman ku çep a Tirkiyeyê jî bi vîrusa neteweperestiyê ketiye. Altay got, "Li Rojava bi rengekî şênber dagirkerî heye. Dagirkeriyeke welê ye ku mirovên ji rêzê jî dikarin bi hêsanî fêhm bikin. Dewletek ketiye nava xaka gelekî din. Tirkiyeyê dagir kiriye. Ev yek rastiyeke ku nîqaş li ser nabe. Neteweperestî vîruseke gelekî xurt e. Ev vîrus li her deverê digere û bandor li çepgiriyê jî kiriye. Neteweperestiya Tirk jî vîruseke û li nava çepgiran jî belav bûye. Bi çep a Tirkiyeyê re jî vîrus a neteweperestiya Tirk heye. Rojava hatiye dagirkirin, ji dagirkirina Fîlîstînê bêhtir bi şênberî hatiye dagirkirin. Dîtina dagirkeriya li Fîlîstînê û nedîtina vê dagirkeriyê dûrî ji aqil e."