ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî wê bêne şopandin.

- Birîndara Kobanê Newal Egîd Koçer got, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî bi rizgarkirina cîhanê ji metirsiya DAÎŞ'ê hate afirandin" û wiha dewam kir, "Gefa dagirkeriyê bi dawî nebûye. Di asta navneteweyî de divê seferberî bê ragihandin."

- Bi vegotinên Şehîd Cûdî Amed berxwedana gundê Serzûrî: Berxwedana Kobanê xwe bi berxwedana gundê Serzûrî afirand. Berxwedana Kobanê bi berxwedana 12 hevalên li Serzûrî dikare bê fêhmkirin.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Ji kadroyên pêşeng ên TKP-B'ê Mehmet Aytûnç Altay ku piştî 31 salên girtîgehê hate berdan wiha axivî: "Vîrûsa neteweperestiya Tirk bi çep a Tirkiyeyê re jî heye. Rojava bi rengekî şênber hatiye dagirkirin. Nedîtina vê yekê dûrî ji aqil e."

- Xureka ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Hatayê re şandiye bi mehan e li gel nayê belavkirin.

- Hejmara meha Mijdarê ya kovara Newaya Jin bi manşeta 'Jin dînamîka parastina şoreşê ye' hate weşandin.