Li Girtîgeha Tarsûsê qedexeya li ser Kurdî

Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê diyar kirin ku gardiyanan axaftina bi Kurdî li wan qedexe kirine.

Parlamentera Mersînê ya HEDEP'ê Perîhan Koca diyar kir ku li Girtîgeha Tarsûsê di asteke giran de mafên mirovan têne binpêkirin.

Koca ku serdana girtiyan kir, ji ANF'ê re axivî. Koca diyar kir ku li girtîgehan her roj şert û merc hîn bêhtir giran dibin, serlêdanên girtiyan ji nedîtî ve tên û got, "Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê li binpêkirina mafên mirovan rast tên. Di vê demê de ku destûra bingehîn hatiye betalkirin, mafên mirovan ên herî bingehîn tune têne hesibandin, pirsgirêkên li girtîgehan zêde dibin. Li girtîgehan êşkence û kiryarên xerab bi rêk û pêk dewam dikin."

HEQARET, TUNDÎ Û CEZAKIRIN

Koca bal kişand ser pirsgirêkên paqijî, tenduristî, xwarin û ava germ a li Girtîgeha Tarsûsê û got, "Girtî bi taybetî yên siyasî dema ku li ber van kiryaran radibin, personelên girtîgehê heqaretê li wan dikin, tundiya fîzîkî li wan dikin û cezayên dîsîplînê bi rengekî kêfî li wan dibirin. Diyar kirin ku têkildarî vê helwestê xwestin ku hevdîtinê bi midur re bikin lê belê hewldanên wan bêencam man."

AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE YE

Parlamentera Mersînê ya HEDEP'ê Perîhan Koca bal kişand ser zexta li girtiyên Kurd a ji ber nasnameya Kurdîtiyê û got, "Hefteyên dawî gardiyanê bi navê Eren axaftina bi Kurdî li girtiyan qedexe kiriye. Girtiyan diyar kirin ku dema di nava xwe de bi Kurdî axivîne, ji wan re gotine 'li vê girtîgehê axaftina bi Kurdî qedexe ye' û cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn, her wiha cezayê hucreyê yê ji bo yek rojê li girtiyekî siyasî hatiye birîn."