Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe, car din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe, car din serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin, car din serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.
Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê bersiveke erênî yan nerênî nastînin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de, tenê 5 hevdîtin bi parêzeran re kiriye. Herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi parêzeran re kiribû. Ji wê demê û vir ve zêdeyî 4 sal derbas bûn.