Hejmara Cotmehê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin

Hejmara 502'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Azadiya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye" hate weşandin.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya Cotmehê de giranî da ser kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku dostên Kurdan di 10'ê Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin.

Her wiha nirxandinên têkildarî Bêrîtan (Gulnaz Karataş), êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û nirxandinên li ser şerê Hamas-Îsraîlê hatin weşandin.

KAMPANYA AZADÎ JI ABDULLAH OCALAN RE

Di hejmara meha Cotmehê de pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate bibîrxistin û wezîfeyên dibin para Kurdan hatin destnîşankirin: "Eger dostên me di vê astê de xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya gelê Kurd dibêjin wê têbikoşin, hingî divê gelê Kurd encamekê ji vê yekê werbigire. Girîng e gelê Kurd vê kampanyaya dostên Kurdan dane destpêkirin hilgirin ser milê xwe, bi her awayî kampanyayê mezin bike û bigihîne serketinê. Gelê Kurd û dostên me kampanyayeke bi vî rengî dan destpêkirin, divê em ala vê kampanyayê dewr werbigirin. Ev yek biryareke di cih de ye. Ya ku divê gelê Kurd bike ev e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven di gotara xwe de ya bi sernavê "Yên ku sîstema Îmraliyê ava kirin hêzên modernîst kapîtalîst in" hate weşandin, nirxandineke bi vî rengî kir: "Rêber Apo baş zanîbû ku çawa dixwazin komploya navneteweyî bibin serî. Lê belê di nava sîstemeke mîna ya Îmraliyê de karkirin, afirandina fikrî û têkoşîna li dijî komployê gelo çiqasî guncav bû? Polîtîkaya rizandinê ya bi demê re gelo dikarîbû bihata têkbirin? Gelek derdoran hesab nedikirin ku tiştekî bi vî rengî bibe. Hinekan digotin, 'li cihekî mîna sîstema Îmraliyê têkoşîn nayê meşandin'. Her wiha hinekan digotin 'Dest ji Rêbertî berdin, bi vî rengî be PKK wê xwe tasfiye bike'. Rêber Apo ev hemû nirxand û got, 'Bi zehmetî jî be divê em têbikoşin'."

ŞEHÎDÊN JIN ÊN MEHA COTMEHÊ

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû di gotara xwe de ya bi sernavê "Artêşbûna me ya jinê ku 30 sal tijî kir û şehîdên me yên jin ên meha Cotmehê" hate weşandin, nirxandineke bi vî rengî kir; "Em meha Cotmehê weke meha şehîdên jin pênase dikin. Di nava vê mehê de ku hem li dijî komploya navneteweyî, hem li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker û mêtinger hem jî li hemberî xiyaneta PDK'ê têkoşîn tê meşandin, gelek şehîdên me yên mezin çêbûn. Ji ber vê yekê mehek di asta herî bilind de ye. Şehîdên me yên jin ên meha Cotmehê li dijî komploya navneteweyî, li hemberî dewleta Tirk a mêtinger qirker û li dijî rastiya PDK'ê ya xayin canê xwe feda kirin, ji bo me bû çavkaniyeke mezin a hêzê. Watedayin, xurtkirina têkoşînê û misogerkirina serketinê wê bibe bersiva me ya esasî ya ji bo bîranîna şehîdan."

BÛYERÊN NÛ YÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIQEWIMIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Li Rojhilata Navîn bûyerên nû û rêya çareseriyê" diyar kir ku neteweperestiya Ereb (di çarçoveya antî semîtîzmê de) pirsgirêkê di vegera Yahûdiyan a li Rojhilata Navîn de, neteweperestiya Yahûdî jî (Siyonîzm) pirsgirêkê di hebûna Ereban de dibîne. Cemîl Bayik got, "Li gorî vê yekê ji bo hebûna yekê divê ya din tune bibe. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî şaş e. Ev nêzîkatiya ku encama mejiyê dewletparêz a netewe û neteweperestiyê ye, bû sedem ku heta niha pirsgirêk giran bibe. Sedema ewqas windahiyên giran ev nêzîkatî ye. Li aliyê idn mejiyê dewletparêz û ev nêzîkatiya ku weke encameke versiyona netewe dewletê afirî, weke yekane rê û alternatîfê tê pêşkêşkirin. Lê belê yekane alternatîfa gelan ev nîne. Nirxandineke bi vî rengî ya dîrokî şaş û bêbingeh e. Rast nîne ku pirsgirêk weke vegera Yahûdiyan an jî hebûna Fîlîstîniyan bê dîtin."

Di hejmara Cotmehê ya rojnameya Serxwebûnê de gotara 'Tirkiye ji girîngiya xwe ya stratejîk bêpar maye' ya Dûran Kalkan, 'Çapemeniya azad zimanê azadî û serketinê ye, pratîka wê ye' ya Dilzar Dîlok, 'Akademî nebe avakirina modernîteya demokratîk jî nabe' ya Xebat Andok, 'D3urketina ji rastiya xwe, dewletbûn' ya Cemal Şerîk, 'Nêzîkatiya Rêbertî ji Rojhilata Navîn re' ya Aldar Xelîl û du nivîsên bîranînê hatin weşandin.

Nivîsên Serxwebûnê li malpera serxwebun.org dikarin bêne peydakirin.

Her wiha salnameya 2024'an a Serxwebûnê amade kiriye li Navendên Çanda Kurd a Demokratîk dikarin bêne peydakirin.