ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parêzerê ji OHD'ê Veysî Eskî diyar kir ku bêhiqûqî li Tirkiyeyê bûye pergala dadgeriyê û got, "Di dozên Gezî û Kobanê de heman hiqûqa tolhildanê tê ferzkirin."
- Weşangeriya Ûmût pirtûka Gerîlla Harbî jinûve weşand ku yekemcar bi wergera Can Yucel di sala 1967'an de hate weşandin û bû sedem ku Can Yucel bê darizandin.
- Şehîd Medya Meysa: Şerê Kobanê rastiya jinên Kurd careke din raxist pêş çavan, diyar kir.
- Hejmara 502'an a Serxwebûnê bi sernavê "Azadiya Rêbertî azadiya mirovahiyê ye" hate weşandin.
- Rojnamevan Xezne Nebî ku berxwedana Kobanê şopand, got "Du rê hebûn; ya Kobanê wê bibûya mîna Mûsilê ya jî heta dawiyê wê li ber xwe bida. Bêguman Kurdan biryar dan ku heta dawiyê şer bikin, li ber xwe bidin."