Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê banga berxwedanê kir.

Di daxuyaniya Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê de hate gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê li gelên mezlûm û mexdûr pîroz be."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk daxwaza xwe ya ji bo dagirkirina Rojava hewl da bi rêya DAÎŞ'ê bike û hate gotin, "Erdogan ê ku ji bo Hamasê dibêje 'tevgea mucahîtan, koma rizgariyê ya ku xaka xwe diparêze', ji QSD û pêkhateyên wê re jî dibêje terorîst, ku can, mal, namûs û xaka xwe ji dagirkeran diparêzin."

Di daxuyaniyê de işaret bi êrîşên dagirkerî û qirkeriyê hate kirin û hate gotin, "Çawa ku doh li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar, di parastina Kobanê de gelên cîhanê û bindest bûn yek, ketin çeperê, bi vî rengî Kobanê ya Azad û Rojava ya Azad bi hevre pêk anîn, îro jî li dijî zilm, tecrîd, dagirkerî û faşîzmê em bang li her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku jiyana azad û demokratîk bi hev re ava bikin."