Milîsên HBDH'ê li Edeneyê li wesayiteke polîsan a zirxî xistin
Milîsên Aynûr Ada yên HBDH'ê ragihandin ku li Edeneyê li wesayiteke polîsan a zirxî xistine.
Milîsên Aynûr Ada yên HBDH'ê ragihandin ku li Edeneyê li wesayiteke polîsan a zirxî xistine.
Di daxuyaniya Milîsên Aynûr Ada yên HBDH'ê de hate gotin, "Ji bo hesabpirsîna hevrêyên me yên nemir û hevrê Sînan Dersim, em derbê li dijmin dixin."
Têkildarî çalakiya li dijî wesayita polîsan hate gotin, "Şeva 26'ê Cotmehê li Edene/Şakîrpaşa me li wesayiteke polîsan a zirxî xistin. Di encama vê çalakiyê de ku bi molotofkokteyl, bombeyan û çekan hate kirin, agir bi wesayita zirxî ket, bi panîkê ji qadê çû."