Alîkarî li gel nayê belavkirin
Xureka ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Hatayê re şandiye bi mehan e li gel nayê belavkirin.
Xureka ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Hatayê re şandiye bi mehan e li gel nayê belavkirin.
Fîrmaya bi navê YDA ku li Hatayê piştî erdhejê tevlî hemû îhaleyan bûye, karê xwe hemû nîvco hiştiye. Karê çêkirina nexweşxaneyê ku beriya hilbijartinê bi bayê bezê hate vekirin, hîn jî dewam dike. Alîkariya xurekê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hatiye şandin hîn jî nayê belavkirin.
Erdheja 6'ê Sibata 2023'an li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê rû da, bandoreke giran li Hatayê kir. Li Hatayê bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Bi deh hezaran malbat jî bê mal man. Tevî ku navenda Hatayê û navçeyên wê bi rojan li benda alîkariyê man, hikumetê mîna herêmên din ên erdhejê xelkê Hatayê jî mexdûr kir. Hikumeta AKP-MHP'ê piştî erdhejê dest bi hewldana betonkirinê kir. Li şûna nexweşxaneya hate hilweşandin di 20'ê Gulanê de nexweşxaneyeke nû ya dewletê hate vekirin. Ev karê betonkirinê li hemû navçeyan dewam kir. Li Skenderûnê TOKÎ, li Samandagê Nexweşxaneya Dewletê û Nexweşxaneya Jidayikbûnê û Jinan, li Dîkmece TOKÎ hatin avakirin.
ÎHALE HEMÛ JI FÎRMAYA ALÎGIR RE HATIN DAYIN
Ev îhale hemû jî ji fîrmaya bi navê YDA re hatin dayin ku di nava raya giştî de weke çeteya 5'an tê naskirin. Li gel vê yekê gelek îhaleyên nayên zanîn ji vê fîrmayê re hatin dayin. Fîrmaya YDA ku îhale hemû wergirt, konên AFAD'ê jî weke depoya malzemeyên karê înşaetê bi kar tîne.
Nexweşxaneya dewletê ya ku navê Defne lê hate kirin û Serokkomarê Tirk Erdogan got 'Me di nava 60 rojî de temam kir', beriya hilbijartinê di 20'ê Gulana 2023'an de bi lez û bez hate vekirin. Halbûkî karê înşaetê yê çêkirina nexweşxaneyê hîn jî dewam dike.
ALÎKARIYA XUREKÊ NAYÊ BELAVKIRIN
Tevî van hemûyan alîkariya xurekê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji Hatayê re şandiye, eşkere bû ku li nexweşxaneyê hatiye veşartin.
Li gorî dîmenên gihîştin ber destê me, alîkariya xurekê ya ku diviyabû li gel bihata belavkirin, li odeyeke nexweşxaneyê tê hiştin. Nayê zanîn bê ewqas alîkariya ku diviyabû li gel bihata belavkirin çima li nexweşxaneyê tê hiştin.