HEDEP’ê bertek nîşanî girtina Huda Kaya da

HEDEP’ê destnîşan kir ku girtina Huda Kaya encama siyaseta tolgirtinê ye û bang li her kesî kir ku li ber vê bêhiqûqiyê rabin

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) derbarê girtina parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Huda Kaya daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya bi sernavê “Kîna desthilatdarê ji ber Kobanê naçe; girtina Huda Kaya encama siyaseta tolgirtinê ye” de wiha hate gotin: “Huda Kaya hevrêyekî me ye ku tim bi nasnameya xwe ya parêzvana mafê mirovan balê kişandiye, tu carî serî li hember zextên desthilatdaran netewand.”

‘ÊRÎŞA LI SER NASNAMEYA JINÊ YE’

Di dewam daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Huda Kaya ji ber fezlekeya der barê xwe de gelek caran xwest bi rêya parêzerê xwe îfadeya xwe bide, lê dozgeriya lêpirsînê îfadeya wê negirtiye. Di lêpirsînê de muameleya revînê lê kirine û dema ku ji bo bernameyeke diçû derveyî welat li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Ne tesaduf e ku Huda Kaya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat girtin. Girtina Huda Kaya di salvegera Berxwedana Kobanê de ku şoreşa jinê ye, di heman demê de êrîşa li dijî nasnameya jinê ye.

Em careke din li vir dibêjin; Tu êrîş û zextên ku we bi salan pêk anîne, nekariye me ji rêya xwe bike, îro jî wê tu êrîşên we li ber rêya me nebin asteng. Her ku hûn êrîş bikin em ê bihêztir bibin, hûn çiqasî bigirin em ê ewqas zêde bibin û ev zilma we wê rojek dawiya we bîne. Em HEDEP bang li her kesî dikin ku li hemberî zilma desthilatdariyê ku ji xeynî xwe mafê jiyanê nade kesî, hestiyar bibin û vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.”