Ji kurê Serokê Federasyona Eşîrên Qedîm re, torpîla dewletê

Federasyona Eşîrên Qedîm ku AKP piştevaniya wê dike, niha jî dest avêt Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Kurê Serokê Federasyona Eşîran Rasim Aslan, Fehîm Aslan tevlî karê şaredariyê hate kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûman ve hatiye desteserkirin, vê carê jî ji aliyê Federasyona Eşîretên Qedîm ve hat desteserkirin. Walîtiya Wanê û AKP di aliyê her cure madiyetê de alîkariyê dide vê federasyonê. Serokê vê federasyonê Rasim Aslan e. Federasyona Eşîran beriya hilbijartinên herêmî, li dijî tevgera siyasî ya Kurd li gelek cihan komeleyan ava dike û ji bo ku mirov dengên xwe bidin AKP’ê xebat dimeşîne. Hat zanîn ku şaredariyê ji bo van xebatên federasyonê, budçeyek taybet daye Federasyona Eşîrên Qedîm.

Rasim Aslan bi salane bi tawrê xwe yê dijberiya Kurdan tê naskirin. Kurê wî Fehîm Aslan di nava yekîneya ku Sedat Unal ê AKP’î serkêşiya wê dike de, li kar hate bicihkirin. Midûrê Şîrketa Belvan Sedat Unal ku kurê Rasim Aslan girte kar, bi torpîlî xwişka xwe Îlknûr Sîmge Unal Atici jî girte kar.

Parêzvanê nêz ê Mûrat Zorlûoglû, Mûhammet Karaahmetoglû ku dema qeyûm li Wanê bû navê wî timî bi nelirêtiyan dihat rojevê, ji xeynî Serokatiya Daîreya Zanist û Hesabê, midûriyetek din jî bi rêve dibir û bi vî rengî ji du cihan meaş distand. Serokê Daîreya Personel Mehmet Sedat Unal ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi eşkere dijminahiya HDP’ê dike û heqaretan li Tevgera Azadiya Kurd dike, midûriyeta şîrketa Belvan dike û wezîfeyên endamtiya encumentiyê girtiye ser xwe; bi vî rengî ji sê cihan meaş distîne.