Polîsan êrîşî çalakiya ji bo Rojava û Fîlîstînê kirin

Li Stenbolê polîsan êrîşî çalakiya bi dirûşmeya “Ji Filistînê heta Rojava gel li ber xwe dide“ kir û di êrîşa polîsan de herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê gelek partî û saziyên siyasî hatin ba hev û bi dirûşmeya "Gel ji Filistînê heta Rojava li ber xwe dide wê bi ser bikeve" xwestin dest bi meşê bikin. Meş ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin. Polîsên ku bêyî hişyariyê bidin girseyê, li ber Lîseya Şaîr Abay a Sultangaziyê herî kêm 17 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê.

Hin partî û endamên saziyên cuda piştî binçavkirinê li Sultangaziyê meşiyan û êrîşa polîsan protesto kirin û gotin, “Siyonîst Îsraîl ev mehek e li Xezeyê gelê Filistînê qetil dike. Desthilatdariya qesrê ya AKP-MHP'ê dema ku dibêje ew li cem gelê Filistînê ye, şoreşger û gelê me yên ku dixwazin piştgiriyê bidin gelê Filistînê tên binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku di vî şerî de li kêleka sîyonîst Îsraîlê ye. Ew hêsirên tîmsehê dibarînin. Em şoreşger û sosyalîst jî li kêleka gelên li Filistîn û Rojava hatin qetilkirin in.“

Di meşê de girseya gel bi çepikan êrîş protesto kir û gelek caran bêyî navber dirûşmên "Qatîl Îsraîl ji Filistînê derkeve", "Gelê Filistîn ne bi tenê ye" û "Gelên berxwedêr wê bi ser bikevin" berz kirin.