Meha Cotmehê 3 kolber hatin kuştin, 27 jî birîndar bûn
Meha Cotmehê di êrîşên leşkerên Îranê û Tirk de 3 kolber hatin kuştin, 27 jî birîndar bûn.
Meha Cotmehê di êrîşên leşkerên Îranê û Tirk de 3 kolber hatin kuştin, 27 jî birîndar bûn.
Di encama êrîşa leşkerên Îranê-Tirk de meha Cotmehê 3 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 27 jî birîndar bûn ku rewşa 10 jê giran e. Piraniya bûyerên êrîşê li Îranê qewimîn. Hate ragihandin ku yek ji kolberên hate kuştin kêmî 18 salî bû.
Di 10 mehên destpêkê yên sala 2023'an de herî kêm 25 kolberan jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kolber hatin kuştin.