Rojnamevanek din hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyona hikûmeta Tirk a li dijî rojnamevanan de rojnamevanek din jî hate binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona hikûmeta Tirk a li dijî rojnamevanan de rojnamevanek din jî hate binçavkirin.
Nûçegîhanê halktv.com.tr Dînçer Gokçe ku 1’ê Mijdarê hatibû binçavkirin serbest hat berdan û nivîskarê T24 Tolga Şardan hat girtin.
Di 2’ê Mijdarê de jî rojnamevan Cengîz Erdînç ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Polîsan bi ser mala rojnamevan ku li navçeya Ayvalika Balikesîrê ye girtin û dest danîn ser kompîter û telefona wî.
Hate diyarkirin ku Erdînç ê sedema binçavkirina wî nehate zanîn wê bibin Enqereyê.
Rojnamevan Cengîz Erdînç bi taybetî bi nûçe û pirtûkên xwe yên li ser çeteyên organîze yên sûcê tê naskirin.