Doza Mirovên Şemiyê taloqî 5’ê Nîsana 2024’an hat kirin

Di doza Dayik/Mirovên Şemiyê de parêzeran xwest mutalaa jinûve bê amadekirin lê ev daxwaza wan hate redkirin û doz taloqî 5’ê Nîsana 2024’an hate taloqkirin.

Di çalakiya hefteya 700’emîn a Dayik/Mirovên Şemiyê de polîsan li Qada Galatasarayê êrîş kirin û 46 Dayikên Aştiyê û parastvanên mafên mirovan bi lêdanê hatin binçavkirin. Piştre jî derheqê wan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a civîn û xwepêşandanan” doz hate vekirin. 11’emîn rûniştina dozê hat lidarxistin. Ji ber ku eywana dadgehê ya 21’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê biçûk bû, rûniştin li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran hat lidarxistin. Hinek kesên dihatin darizandin û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di rûniştinê de amade bûn. Her wiha Baroya Stenbolê weke çavdêr tev li rûniştinê bû û gelek parastvanên mafên mirovan jî doz şopandin.

Rûniştin, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî parêzer Ahmet Cîhan parastin kir û got ku li holê sûcek nîne û mudaxileya polîsan derhiqûqî ye. Di heman demê de Cîhan biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê bi bîr xist. Parêzer Cîhan got ku Dayikên Şemiyê di çalakiyê de li erdê tên kaşkirin, rastî miameleya xerab tên û tên binçavkirin. Cîhan destnîşan kir ku domandina dozê jî binpêkirina maf e û xwest biryara beraetê were dayîn.

Parêzer Omer Kavîl jî polîsên êrîşkar weke “rêgirên biunîforma” pênase kir. Kavîl got ku mutalaaya hatiya amadekirin kêm e, keyfî ye û xwest mutalaa bê nûkirin. Lê belê serokê dadgehê daxwaza Kavîl a nûkirina mutalaayê red kir.

Parêzer Merîç Eyûpoglû jî ji bo 3 kesên di hefteya 700’an de rastî êrîşê hatin AYM’ê biryara binpêkirnê daye û pirsa; “Heke AYM’ê biryara binpêkirinê dabe, gelo ev darizandin çawa didome?” kir. Eyûpoglû xwest ku dosya jinûve were nirxandin.

Piştî parastina parêzeran, serokê dadgehê biryara navberê da û daxwaza “bila tavilê bên beraetkirin” red kir.

Piştre jî Dayik/Mirovên Şemiyê parastina xwe kirin û gotin ku tu sûc nekirine.

Dozger jî xwest ku biryara kontrola edlî bidome û kesên parastina wan nehatiye girtin di rûniştina din de bên amadekirin. Dadgehê jî daxwaza dozger qebûl kir û rûniştin taloqî 5’ê Nîsana 2024’an kir.