Li hemberî parêzerê OHD'yî êrîşa çekdarî

Parêzerê OHD'yî Erdal Çelîk li pêşiya mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat.

Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Erdal Çelîk li Sûltangaziyê li ber mala xwe radestî êrîşa çekdarî ya 2 kesên rûpêçandî û bi motorsîklet hat. Di dema êrîşê de keça Çelîk jî pê re bû. Tiştek bi wan nehat, lê 3 fîşek li wesayita wan ketin.

Şaxê Stenbolê yê OHD'ê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê û baroyên din têkoşîneke xurt nameşînin, êrîşkar hîn bêhtir cesaretê ji bo êrîşê werdigirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî êrîşa li hemberî parêzeran wê dewam bike.